STENBOL - Rêvebera HDP’ê ya ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê hat berdan Gonul Karaman, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut û got: “Rayedarên girtîgehê bawer ne dikirin ku Bulut xwîn vedireşe. Lê piştî peçeteyên bi xwîn dîtin nû bawer kirin.”
Polîsan di 28’ê Nîsanê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gungoren de girt û Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek jî dinav de 41 kes binçav kirin. Piştî lêpirsîna ewlekariyê 31 kes hatin berdin û 10 kesên Çîçek jî dinav de hatin girtin. Îdîanameya derbarê 10 kesan de hat amade kirin di 25’ê Hezîranê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 23’yemîn ve hat qebûlkirin. Di danişîna hat dîtin de Çîçek jî dinav de 8 kes hatin berdin. Yek ji kesên hatin berdan Rêveberiya HDP’ê ya Stenbolê Gonul Karaman bû. Karaman binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê hatin jiyîn vegotin.
LÊGERÎNA TAZÎ FERZÎ WAN KIRIN
Karaman, diyar kir ku gava dest pê kê ketin girtîgehê lêgerîna tazî ferzî wan kirin û wiha axivî: “Em got ‘ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovane û em qebûl nakin.’ Hinek zext li me kirin, lê bi ser neketin. Dûre em birin odeyên cuda bi cih kirin. Girtîgeh pir xerab bû. Li wir kêzik hebûn û tije bûn. Xwarin pir xerab bû. Nexweşiya şekir a hevalên me yên jin hebû. Diviyabû xwarin bixwe. Lê ji ber xwarinên heyî nedikarî bixwe. Dermanên wê nedidanê. Ji me re digotin ‘heya hûn derbasî qawîşan nebin em nikarin derman bidin we.’ Dûre em birin qawîşan.”
DI QAWÎŞEKÊ DE 34 KES DIMAN
Karaman, anî ziman ku ji kapasîteya heyî zêdetir girtî li girtîgehê tên girtin û wiha got: “Destpêkê di qawîşa C9 de mam. Em 34 kes di qawîşekê de diman. Gava me volte davet em li hev diketin û cih nebû. Ji necarî em kom bi kom dimeşiyan.”
‘ME BI ZORÊ RAYEDARÊN GIRTÎGÊ QANE KIR KU HEVAL ME XWÎN VEDIREŞE’
Karaman bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut a xwîn vedireşe û wiha pê de çû: “Rapora Wezareta Karê Tenduristiyê, Wezareta Edelatê û Desteya Tipa Edlî ya Bulut a ‘nikare di girtîgê de bimîne’ hene. Bulut ji ber vereşandina xwînê di 16’ê Gulana 2018’an de sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Sing a Yedîkule ya Stenbolê hat kirin. Hevala me Bulut pir nexweş bû. Piştî ez çûm çend roj şûn de Bulut xwîn vereşiya. Me agahî da rayedarên girtîgehê û me fikarên xwe yên dibe hevala me bi nexwişiya weremê ketibe anî ziman. Lê rayedarên girtîgê bawer nekirin û gotin ne nexweşe. Ligel ku me bi deha car jî goti heval me nexweş, lê dîsan bawer nekirin. Em jî necar man ku peçeteyên bixwîn ên Bulut nîşanê rayedarên girtîgehê bikin. Dûre nêzîkatiya wan hat guhertin û hatin Bulut birin nexweşxanê.”
Karaman, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bulut hîna jî nexweşe. Divê bê derman kirin. Derman kirina girtiyên nexweş li girtîgê tên sînordar kirin û di demên xwe de nayên tedawî kirin.”