ÎZMÎR - 12 akademisyenên ku li Zanîngeha Dokuz Eylulê û Zanîngeha Ege yên Îzmirê peymana wan nehat nûkirin û der barê wan de biryara dûrxistinê hatibû dayîn hatin îxrackirin.
Bi biryara KHK'ya hêjmar 701'an ku di rojnameya Fermî de hat weşandin 12 Akademîsyenên Zanîngehên Ege û Dokuz Eylulê hatin îxrackirin. Rektorên Zaningeha Ege û Dokuz Eylulê peymana 12 akademîsyenan nû nekiribûn û ew ji zanîngehê dûr xistibûn. Bi KHK'ya hêjmar 701'an hatin îxrackirin.
Ji Zanîngeha Dokuz Eylulê (DEU) yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî îmze kirin, Prof. Dr. Mustafa Cem Terzi, Prof. Dr. Îzge Gunal, Prof. Dr. Halîl Resmi, Doç. Dr. Halîs Ulaş, Prof. Dr. Yeşim Edis Şahin, Prof. Dr. Ayşen Uysal, Dr. Nuri Erkin Başer, Lekolîner Ahmet Aydın Ari, Lêkolîner Serap Saritaş, Hîndekar Emel Yuvayapan, Lêkolîner Dilek Karabulut, Lêkolîner Ozer Yersuven hatin ixrackirin.
Ji zanîngeha Ege û DEU bi giştî 23 akademisyen hatin îxrackirin.