AMED - Komîsyona OHAL'ê, sedema îxrackirina Mûhsîn Uyanik ê di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê kirin de dixebitî, bi sedema alîkariya ku bi Komeleya Sarmaşik a ji 32 hezar mirovên xizanin re alîkarî dikir ve girêda.
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û endamên Tum Bel Sen'ê ya Amedê Muhsin Uyanık, Zulküf Karatekin, Ayşe Akbaş jî di navde 5 kes bi KHK yên di çarçoveya OHAL'ê de hatin dûrxistin. 5 kesên hatin ixrackirin, ji bo mexdûriyeta wan bi dawî bibe serî li Komîsyona OHAL'ê ya Meclîsa Tirkiye dan. Komîsyonê di 5'ê tîrmehê de biryar da û sedem alîkariya bi Komeleya Sarmaşikê re kirine nîşan da. Komisyonê li ser îxbar û qeneetê biryar da.
Komîsyona OHAL'ê, der barê Endamê Tum Bel Sen'ê Muhsin Uyanik de biryar da ku 645 lîra alîkariya pereyan daye Komeleya Têkoşîna li Dijî Zixaniyê (Sarmaşik) ku di 2006'an de ji aliyê rêxistinên civakî ve hatin avakirin û piştre bi KHK'ê hat girtin.
KOMELEYA SARMAŞIK
Di 22'ê Mijdara 2016'an de bi KHKya hejmara 677'an ve ligel 550 komele, 9 saziyên medya û 19 saziyên taybet ên tenduristiyê Komeleya Sarmaşikê jî hat girtin.
Yek ji wan komeleyên ku ji ber girtinê bertekên tund hat nişandan Sarmaşik bû. Ji ber ku piştî komele hat girtin, alîkariya li 5 hezar û 400 malbatan dihat dayîn qut bû û ew kes niha bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Navê komeleyê yê rastî Komeleya Pêşxistina Herdemî û Li Dijî Xizaniyê ya Sarmaşikê ye. Di Avrêla 2006'an de li Amedê hat damezirandin. Lîsteya lijneya damezirênerên komeleyê jî “pirreng” bû. Selahattîn Demirtaş ku wê demê Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê, Kutbettîn Arzu ku wê Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê bû û demekî bû parlementerê AKP'ê jî. Osman Baydemîr ku wê demê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû û niha jî Parlementerê Rihayê yê HDP'ê ye. Sezgîn Tanrikulu ku wê demê Serokê Baroya Amedê bû û niha jî Parlementerê Stenbolê yê CHP'ê ye. Ev kesana ji bo damezirandina komeleyê hatibûn cem hev. Lîsteya lijneya damezirêner ku ji 32 kesên nûnerên saziyan jî tê de bû hat diyarkirin û piştre hin kesên ji wan di Tirkiyeyê de hatin naskirin. Tiştek hevpar hebû ku hemû kesên di lîsteyê de ji Amedê bûn û dixwastin xizaniya li bajêr bi dawî bibe.
ARMANCA KOMELEYÊ
1- Wê ji bo dawîbûna xizantiyê xebatan bike û li ser vê esasê bi saziyên neteweyî û navneteweyî re dibe ku hevkarî were kirin.
2- Ji bo dawîbûna xizantiyê mebestên ku di qada navneteqeyî de hatine diyarkirin, li qada herêmî were kirin.
3- Divê di serî de hukimet û rêveberiyên herêmî, saziyên sivîl jî di nav xebatan de cih bigre û li tevahiya Tirkiyeyê divê girîngiya dawîbûna xizantiyê were vegotin.
4- Pêşxistina hevgirtina civakî were zêdekirin.
5- Ji bo dawîbûna xizantiyê pêkanîna xebatên pêşxistina herdemî.
6- Ji bo kesên xizan re alîkariyên xwarin, lixwekirin, tenduristî, perwerdehî, şewat û mal were dayîn.
7- Ji bo dawîbûna xizaniyê, pêkanîna projeyên demdirêj. Komeleya sarmaşik li taxên Gurdoganê (Yenişehir), Fatihpaşa (Sûr), Huzurevleri û Peyas (Peyas), Korhat (Rêzan). Li van taxan bi zêdeyî kesên ku di salên 90î de ji gundên xwe hatibûn derxistin hebûn. Li van taxan bi awayekî zelal dixwiya ku gel feqîr û malen tê de jî, ne saxlem in.
KOMÎSYON XWE DI SER HIQÛQÊ RE DIBÎNE
Hevseroka Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Amedê Yasemin Noyan, bal kişand ser biryara Komîsyona OHAL'ê ku der barê nedamê wan de daye û wiha got: "Komîsyona OHAL'ê xwe di ser hiqûqê re dibîne. Biryara hatiye dayîn ne zagoni ye. Bêyî ku dozek der barê endamên me de vebe bi KHK'yan hatine îxrackirin û tenê kanaatê bikar tînin. Em vê biryarê rast nabînin. "
UYANIK: XEBATÊN SARMAŞIK ZAGONÎ NE
Endamê Tum Bel Sen'ê Muhsin Uyanik, jî diyar kir ku hemû xebatên wan li gorî zagonê ne û xebatên Sarmakiş jî li gorî zagon û hiqûqê ne. Uyanik, da zanîn ku ew dipên ku Komîsyona OHAL'e li gorî rêvebirina demokratîk de biryarê bide û biryara dayî biguhere û wiha got: "Qedera bi 100 hezaran mirovên hatin îxrackirin bi du gotinên devê endamên Komîsyona OHAL'ê ve girêdayî ye. Li gorî xala 51'an mafê azadiya sendîkayî heye.
WÎCDANÊ ME BIRÎN KIR
Uyanik, bal kişand ser alîkariya bi Sarmaşik re kiriye jî û wiha got: "Ji ber ku min alîkarî bi Komeleya Sarmaşik re kiriye, ez ji kar avêtim. Vê yekê wîcdanê me birîn kiriye. Li tevahiya Amedê bi 5 hezar mirovên ku mehê 5 tl nakeve mala wan re alîkarî kiriye. Ev xizmet bi destûra Walî hatiye kirin. Vê biryarê wîcdanê me birîn kirine."
Uyanik, anî ziman ku ev biryar li dijî hiqûqê ye û dê biryarê îtiraz bikin û têkoşîna hiqûqî berdewam bikin.