AMED – Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê, têkildarî biryara der barê Mehmet Gokhan Çelîk ê cezayê pere yê îdarî lê hat birîn û ev yek teblîgî keya kir, biryar da ku ev bê ûsûliya hiqûqî ye û beraet kir.
Mehmet Gokhan Çelik (29) ê zanîngeh xelas kiriye û li Amedê dijî, li gorî cetwelê serdema celba Efserê alîkar bi hinceta neçûye leşkeriyê di sala 2016'an de 2 hezar û 869 TL cezayê pereyê îdarî lê hat birîn. Cezayê li Çelîk hat birîn, li şûna teblîgî navnîşana Çelîk bikin, teblîgî keyayê taxê kirin. Çelîk ku ji vê yekê ne agahdar e 10 meh û 19 rojan cezayê bekaya jêre hat nivîsandin. Şaxa Leşkerî ya Erxenî jî, der barê Çermik de bi sedema neçûye leşkeriyê serî li Serdozgeriya Komarê da. Dozgeriyê jî piştî lêpirsînê der barê Çelik de bi hinceta li dijî xala 63'an a Qanûna Ceza ya Leşkerî ji 2 mehan heta salekê ceza xwest.
Dadgeha Ceza ya Asliye ya Çermûkê jî di sala 2018'an de li Çelîk doz vekir û danişina Çelik hat dîtin. Çelîk, diyar kir ku ceza tiblîgî wî nehatiye kirin û agahiya wî ji ceza tune ye. Çelîk, anî ziman ku piştî zanîngeh xwend serî li lîsansê da û karê wî yê tecîlê nehat kirin û ji ber vê yekê ji leşkeriyê ma. Çelik, da zanîn ku agahiya wî ji cezayê ku ji ber ji leşkeriyê maye lê hatiye birîn tune ye û beraeta xwe xwest.
PARÊZER: BÊ ÛSÛLÎ HAT KIRIN
Parêzera Çelîk Gulhazan Çelik diyar kir ku cezayê neçûna leşkeriyê li şûna bişînin navşînawa wî, tebîlîg keyayê taxê kirine û wiha got: "Li gorî xala 89'an a Leşkerî tu tebîlgat ji muwekilê wê re neçûne û li şûna tebîlgî navnîşana wî bê kirin, tebîlî keyayê taxê kirine û ev bê ûsûlî ye. Parezer Çelîk anî ziman ku ji ber bê ûsûlî hatiye kirin û xwest beraet bê kirin.
BIRYAR BI HEZARAN CIWANAN ELEQEDER DIKE
Dadgeha Cezayê Asliye ya Çermûkê biryar da ku sûcê ceza nehatiye kirin û biryara beratê da.
SERDOZGER ÎTÎRAZ KIR DADGEHA HERÊMÊ BIRYARA BERAETÊ DA
Serdozgerê Komarê yê Çermûkê biryara dadgeha Asliye Ceza ya Çermûkê îtîraz kir û doz birin Dadgeha Herêmî ya Dîlokê. Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê, têkildarî biryara der barê Mehmet Gokhan Çelîk ê cezayê pere yê îdarî lê hat birîn û ev yek teblîgî keya kir, biryar da ku ev bê ûsûliya hiqûqî ye û beraet kir.