STENBOL - Ahmet Tuzun ê DEM Partiyî banga tevlibûna mitînga li Qada Esenyurtê kir û got ku dê li dijî sepanên bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) dê di 25’ê Cotmehê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, edalet û em bi hev re têbikoşin” mitîngê li dar bixe. Hevserokên giştî yên partî û komeleyên mitîngê li dar dixin dê di axaftinên xwe de balê bikişînin ser pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Bangên tevlibûna mitîngê jî didomin.
LI DIJÎ BÊHIQÛQIYAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinên Civaka Sivîl a DEM Partiyê ya Stenbolê û Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ahmet Tuzun, diyar kir ku dê li dijî qirkirina ekolojîk, krîza aborî û bêhiqûqiyên tevî pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî tên domandin dengê xwe bilind bikin. Tuzun, anî ziman ku weke partiyên çep û çepgir dê li dijî neheqî û bêhiqûqiyan dengê xwe bilind bikin, qetilkirina rojnameger Hakan Tosun bi bîr xist û da zanîn ku dê balê bikişînin ser van cînayetan jî.
Tuzun, got ku aştî û azadî ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelan û kesên edaletê dixwazin e û got: “Zextên piralî yên îktîdarê didomn. Di serdemeke cînayetên kar, qirkirina li dijî jinan û xizanî zêde dibe de em ê ji bo rizgariya ji vê rewşê li qadan bin. Em bang li hemû gelan dikin ku di 25’ê Cotmehê de tev li mitînga me bibin.”