COLEMÊRG - Şivan Nezîr Tekçî 23 sal berê li gundê Yekmala Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve bi saxî hat girtin û piştre hat gulereşandin û kuştin. Di ser kuştina Tekçî re 23 sal derbas bûn. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya ku 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê der barê Serheng Alî Osman Akin û Serheng Kemal Altan de babû erê kir. Parêzerên malbata Tekçî li dijî vê biryarê serî li AYM'ê dan.
Nezîr Tekçî, di sala 1995'an de li navçeya Geverê bi îdîaya PKK’î ye hate qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin. Danişina doza biryarê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê hatibû dîtin. Dadgehê di biryarê de Serheng Ali Osman Akın Serheng Kemal Alkan beraat kiribû. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê der barê Serheng Alî Osman Akin û Serheng Kemal Altan de babû erê kir. Parêzerên malbata Tekçî li dijî vê biryarê serî li AYM'ê dan.
Parêzerê malbata Tekçi Ramazan Demir, Huseyin Bogatekin û Benan Molu dosya Tekçî birin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Parêzeran bi hinceta li gorî xala 68’an a Qanûna bingehîn û xala 17'emin a Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya mafê jiyanê dixe bin ewlehî û parastinê îhlal kiriye serî li AYM'ê dan. Dîsa parêzeran destnişan kir ku li gorî xala 36'an a PMME'ê û xala 6'an a PMME'ê ku mafê darizandina adîl xistine bin parastinê hatiye îhlalkirin.
Parêzeran daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“* Ji ber ku peywira mafê meşandina lêpirsîna bi bandor û mafê jiyanê ku li gorî xala 17'emîn a AYM'ê u xala 2'emîn a PMME'ê yê,
* Ji ber Qedexeya muameleya li dijî mirovahiyê ya xala 3'emîn ya PMME'ê û Qala 7'emîn a Qanûna Bingehîn,
* Mafê darizandina adîl a li gori xala 36'emîn a Qanûna Bingehîn û xala 6'emîn a PMME'ê hatiye îhlalkirin;
* Dosya ji nûve ji Serdozger û 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskişehirê re bê şandin û ji nûve lêpirsin û darizandina pêwist û bi bandor li gorî pîvanên AYM'ê û PMME'ê bê kirin.
* Zerara maddî û manevî bê bersivandin.
Çîroka Bûyerê:
Welatiyê bi navê Halît Tekçî di sala 1989'an de ji li ser gefên leşkeriyê koçberî Gundê Yekmalajor a Navçeya Geverê kiribû. Piştî koçî Gundê Yekmalajor kir, kurê wî Nezîr Tekçî yê 24 salî di sala 1995'an de ji aliyê leşkerê Tugaya Komanyo ya Boyuyê ve hate binçavkirin. Bavê Tekçî Halît Tekçî dîyar kir ku di serî de leşkeran ji kurê wî yê şivan xwestiye ku sitareya PKK'ê nîşanî wan bide. Tekçî, anî ziman ku piştre leşkeran ew biriye zeviyê û li ser daxwaza fermandar ji aliyê leşkerên kurd ve hatiye gulebarankirin û piştre jî bi teqandina mayînê cesedê wî perçe kirine. Tekçî, destnîşan kir ku piştî mayîn bi kurê wî ve teqiya kurê wî jiyana xwe ji dest da. Tekçî, piştî 15 sal di navbera bûyerê re darbas bû serî li Şaxa ÎHD'ê Colemêrgê dabû.
Halil Tekçî serpêhatiya xwe wiha gotibû: "Di sala 1989'an de bi zordariya Fermandarê Tugaya Komando Huseyîn Kurt ve gundê me hate vala kirin. Piştî gundê me hate valakirin, bi Waliyê Colemêrgê yê wê demê Şahabettîn Harput re axaftin kir. Min ji walî re got leşker dixwaze bi zorê gundê me vala bike. Piştre serbaz hat bi walî re axivî û got 'heke ku ew gundê xwe vala nekin, em dê gundê wan bidin ber bombeyan'. Li hemberî vê yekê Walî qet ne axivî. Piştre em neçar man ku gundê xwe vala bikin û biçin gundekî din. Dema kurê min şivantî dikir ji aliyê Fermandar Alî Osman Akin ve hate binçavkirin. 3 rojan di bin çavan de ma. Şahidê bûyerê jî hene. Piştî kurê min 3 rojan di bin çavan de ma, min ji leşkerekî pirsî. Leşker hemû bûyer ji min re vegot. Leşker, ji min re wiha got, 'Kurê te hate kuştin. Piştî kurê te hate binçavkirin saet di 05:30'ê sibê de birin operasyonê. Wê demê Serpel Alî Osman Akinlar operasyon bi rêve dibir. Alî Osman Akin ji kurê te re got 'Ger ku tu stareyên PKK'ê nîşanî me ne de ez dê te bikujim. Piştî em 200 metreyên din meşiyan Serpel Akin dîsa li kurê te zîvirî û 'tu cihê wan nîşanî me dide ya na' kurê te jî got 'ez tişteki nizanim'. Wê demê serbaz pir aciz bû. Piştre serbaz li leşkeran zivîrî û got, 'Di nava we de leşkerên kurd hene?' Wê demê 20-22 leşkeran destê xwe bilind kir. Akin ferman da leşkerê kurd û got 'wî bikujin'. Li ser vê yekê kurê te reviya. Piştre Serbaz Kemal kurê te girt û ji Alî Osman Akin destûr xwest û du gule berdan kurê te. Piştre jî nêzî 500 guleyî li kurê te reşandin. Piştî kuştin jî birin avêtin ser mayinan û ji dûr ve mayin bi cenazeyê wî ve teqandin.' Leşkerê navborî hemû serpêhatî ji min re got. Ji bo kujerê kurê min bê darizandin ez serî li ÎHD'ê didim."
Di 26'ê nîsana 1995'an de li gundê Yekmala navçeya Gevera Colemêrgê şivanê bi navê Nezir Tekçî ji aliyê leşerên 5'emîn Boluka Fermandariya Komandoyê Çiya yê Boluyê ve hate kuştin. 16 sal berê di 26'ê nîsana sala 1995'an de li gundê Yekmalê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi fermana Fermandarê Tabûra Komandoyê Çiya ya Bolû Serbaz Alî Osman Akin şivanê bi navê Nezîr Tekçî li gel komek welatîyên gund hatin binçavkirin û pişt re agahî jê nehat girtin. Bavê Nezîr Tekçî Hamît Tekçî, ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe di hezîrana 2004'an de li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Di 15'ê tîrmeha 2009'an de leşkerê ku wê demê li wir leşkerî kiribû û bibû şahidê bûyerê şahidî kir. Piştî me nûçe çêkir û şahidê bûyerê agahî da malbatê, Lêpirsînê dest pê kir û niha lêpirsîn bi dawî bû. Dozgeriyê li ser serlêdana malbatê û ifadeyên şahid îdîaname temam kir û îdîaname pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê kir. Dozgeriyê îdîanameya ku di 17'ê tebaxê de dest pê kir, piştî ku temam kir teslîmî Heyeta dadgehê kir û heyetê jî qebûl kir. 1'emin rûnştina dozê di 20'ê mijdara 2011'an date dîtin. Rûniştina 2'emîn a dozê di 22'ê kanûnê de hate dîtin.
Bav Tekçe, di sala 1997'an de seri li rayedaran da, lê Dozgeriya leşkerî ya Wanê di 15'ê kanuna 1997'an de bêyî lêpirsînê pêk bîne li gori biryara 1997/2598 Esas û 1997/1119 dosya girt. Pişti di sala 2010'an de şahidê bûyerê dîsa derketin holê Bavê Nezir Tekçî Halît Tekçî dîsa bi riya parêzeran serî li dozgeriyê da û doz vekir.
MA / Yasin Kobulan