KCDP: Hêrsa civakê tê îstismarkirin

  • jin
  • 09:08 8 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL – Di meha Hezîranê de 39 jin hatin kuştin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sedema vê yekê zimanê şidetê û polîtîkayên tên meşandin bixwe ye. her wiha Ataselîm got, bi vekirina meclîsê re tê xwestin ku xesandina kîmyewî û darvekirin bê qanûnîkirin û bi vê yekê re hêrsa civakê tê îstismarkirin. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) çend rojbaerê rapora meha Hezîranê daxuyand û di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Hezîranê de 39 jin hatine kuştin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm, rapora meha Hezîranê û zêdebûna mirina zarokan û cinayetên jinan nirxand. 
 
‘ZIMANÊ ŞIDETÊ BANDOR LI JIN Û ZAROKAN KIR' 
 
Ataselîm, bi bîr xist ku di meha Hezîranê de 39 jin hatine kuştin û 22 jin jî bi şideta zayendî re rû bi rû mane. Ataselîm, da zanîn ku gelek jinên ku hatine kuştin nehatiye hînbûn ji aliyê kê ve hatine kuştin û sedema mirina wan nehatiye tespîtkirin. Ataselîm, diyar kir ku ev rewş di heman demê de rê li ber lidetê vedike. Ataselîm, got bi vî awayî ser bûyeran bi hêsanî tê girtin û di warê darazê de jî rê li ber şik û gumanên cidî vedike. 
 
Ataselîm, diyar kir ku di meha Hezîranê de qewimîna ku herî zêde jinan têkildar dike hilbijartina 24'ê Hezîranê ye û di vê mehê de zimanê şidetê herî zêde bandor li jin û zarokan kiriye. Ataselîm, da zanîn ku di hilbijartinê de jinên di malên hêwirandinê de ne ji mafê dengdayînê sûd negirtine û got: "Li Konyayê wekîleke jin çawa hat hilbijartin got 'em ê darvekirinê' bînin. Di vê çarçoveyê de wisa difikirim ku divê wekîl bibin berdevkê tevgera jinan. Her wiha mijareke ku cihê nîqaşê ye jî di dema hilbijartinê de Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê û Wezareta Xebbatê kirin yek. Eger hûn mekanîzmayên ku zarok û jinan diparêzin ji holê rakin, dê ev yek rasterast bandorê li civakê bike. Ev tê wateya ku qîmeteke jinê tune ye." Her wiha Ataselîm, got di meha Hezîranê de nûçeyên gelek zarokên winda bûne derketin û ew wisa difikirin ku ev ne tiştekî tesadufî ye. 
 
‘TÊ TOLHILGIRIYÊ FÎT BIKE' 
 
Ataselîm bertek nîşanî hikûmetê da ku ji bo pirsgirêkên bi vî rengî xesandina kîmyewî û darvekirinê wekî çareserî dibîne. Ataselîm, destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî rengî pir talûke ne û ya ku divê hikûmet bike ew e ku dema jin û zarok sax bin wan biparêze û tevdîran bigire û qanûnên navnetewî têxe dewrê. Ataselîm,anî ziman ku Belgeya Stratejiya Dawî ya Xizmetên Parastina Zarokan heye û wan bixwe ev derxistiye û got: "Hîn ev yek bi xwe jî pêk neanîne. Em wisa difikirin ku eger ev tişt bên sepandin, dê di warê îstismarkirina zarokan de gavên cidş bên avêtin. Lê nakin. Piştî cinayetên jinan û şstismarkirina zarokan, hêrsa gel a rabûye vediguherînin amûrekê û îstismar dikin û dibêjin 'çareseriya vê darvekirin' e." Ataselîm bilêv kir ku darvekirin ne çareserî ye, dê ev yek ji nû ve bibe sedema lînçkirinan û dê tolhilgiriyê fît bike. 
 
Ataselîm, da zanîn ku li welatên ku cezayên darvekirin û xesandinê hene, darvekirin û xesandin sûc kêm nekirine. Ataselîm, anî ziman ku cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan ji nişkave nasekinin, divê beriya her tiştî li sedemên ku van sûcan derdîxîne holê bê fikirîn. 
 
‘DAXUYANIYÊN ASAYÎBÛNIYÎ ZEMÎNEKE REWA ÇÊDIKE' 
 
Ataselîm, anî ziman ku di 8 salên dawî de 104 hezar û 531 zarok winda bûne û got: "Piştî bûyerên ku di civakê de dibin sedema hêrsbûnê daxuyaniyên wekî 'qeder, em tewekul bikin, carinan li ser hev çêdibin' tên kirin, lê ev daxuyanî asayîbûniyî zemîneke rewa çêdikin. Belê tiştên wisa çêdibin, em hemû hay ji vê hene lê ya li kesên van daxuyaniyan dikeve ew e ku ji bo rawestandina van tiştan çi kirine." 
 
Ataselîm, anî ziman ku dê serdema nû ji bo jinan serdemeke zehmet be û got: "Serdema piştî Hezîranê hemû civakê eleqedar dike, lê herî zêde jinan eleqedar dike. Çimkî ji bo avakirina rejîmeke nû, dê pêşî berê xwe bide kesên bêhêz an jî dê pêşî berê xwe bide kesên ku difikire dê li ber xwe bidin." 
 
Ataselîm, bilêv kir ku di dema vekirina Meclîsê de dê sereratkirin û qanûnên dijminên zarok û jina ne têxin rojevê û dê bi vê re pêvajoyeke krîtîk dest pê bike. Ataselîm got: "Lê li hemberî vê ne bêhêvî me. Teqez dê jin li ber xwe bidin. Jixwe em rê û rêbazên rawestandin îstismarkirina zarokan û cinayetên jinan dizanin. Mixabin Berdevkê AKP'ê Mahîr Unal got 'hûn dizanin di warê îstismarkirina zarokan de hesasiyeta me heye.' Ez jî dibêjim ev hesasiyeteke çawa ye? Gelo ev hesasiyet 'ji carekê tiştek dernayê' ye an, an çêkirina qanûna miftîtiyê ye, an qanûnên ku jinan hepsî malê dike, an jî polîtîkayên ku jin û zarokan piştguh dike? An jî 'em ê darvekirinê bînin û pirsgirêkê çareser bikin' e. Ev axaftin cihê nîqaşê ne û ne samîmî ne. Wisa dixuyê dema meclîs vebe em ê li ber derî bin." 
 
MA / Necla Demir 
 

Sernavên din

10/07/2018
10:33 Guler ê ku biryara Roboskî da bû Serokê Serfermandariyê
10:20 Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz rabû
10:05 Gullu: Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e
10:01 Malbat li Soma nobeta edaletê digirin
10:00 Parlamenter Leyla Guven sibê derdikeve pêşberî dadger
09:43 AYM’ê serlêdana parlamenterê HDP’ê Encu red kir
09:42 Li Îzmirê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:13 Nivîskarê aboriyê Ozgur: Krîza kûr û giran li ber derî ye
09:12 Li Revîrê heqaret li jinên girtî kirin û gef lê wan xarin
09:12 Li Dersimê amadekariyên ji bo zivistanê ji niha ve destpêkirin
09:11 Li vî gundî 11 qereqol hatin çêkirin, gundî nikarin tev bigerin
09:10 Xwest Ozkanê nexweşîna koahê lê peyda bûye, bê berdan
09:10 Hatîmogûllari: Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyînê yê nav Rojhilata Navîn dibîne
09:09 Li gundê Leyla bêdengiya mirinê heye, zarok nalîzin
09:08 5 sal in ruxsetê nadin kooperatîfa ku gundiyan ava kirin
09:08 Malbata Sayilgan: Ji ber ku Îdrîs rojnameger e girtî ye
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09/07/2018
20:49 Rojnamevan Orûç berî ku bê berdan dîsa hat binçavkirin
18:02 Di doza Nisêbînê de girtiyên şert îtîraz kirin û parastin nekirin
17:11 Li Tirkiye pergala nû ya Serokomariyê bi fermî ket meriyetê
15:48 HDK: Em axîna Çorlu li erdê nehêlin
15:36 Rojnameger Şerîfe Oruç hat berdan
15:28 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:19 Birîndarê karesata trênê: Xemsariyê em anîn vî halî
14:49 Muhendisê çû cihê bûyerê: Qezaya trênê xemsariyek herî mezin e
14:48 ‘Di 27 salan de siyaseta demokratîk mezin bû, lê dewlet nehat guhertin
14:16 Li Depê 6 kes hatin binçavkirin
14:02 Di doza Nisêbînê de: Girtiyan bertek nîşanî tecrîta li ser Ocalan dan
14:01 Platforma Jinan a Rihayê: Bila Komîsyona Îstîsmarkirina Zarokan bê avakirin
13:59 Wekîla Serokên Koma HDP'ê: Divê şîn bê îlankirin
13:49 ÎHD’ê ji bo Panahî name ji Ruhanî re şand
12:47 Serokê OTK ê ODTU hat berdan
12:25 Qezaya trafîkê li Erxenî rû da : 3 kes mirin, kesek bi giranî birîndar bû
12:11 Di karesata trênê de 2 makînîst hatin binçavkirin
11:55 Ufukê cenazeyê wî hat ditîn, spartin axê
11:52 ÎMO: Wêne jî didin nîşandan ku zemîn nehatiye xurtkirin
11:39 HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma Erdogan bibe
11:21 Hevserokên Giştî yên HDP’ê diçin Çorluyê
11:14 Buldan: Qezaya li Çorluyê cînayet e
11:09 Rewşa tenduristiya pitika Arîn a di girtîgehê de xerab dibe
10:23 Polîteknîk: Berpirsê komkujiya li Çorlu Wezareta Veguhestinê ye
10:17 Malbatên Somayê li ber dadgehê dest bi çalakiya nobetê kir
10:15 Li Somayê roja biryara doza 301 karkeran
10:02 Di facîaya trênê de hejmara miriyan zêde bû: 24 mirî, 318 birîndar
09:15 Dozek mirinên qedexeya li Cizîrê hat redkirin
09:14 Li Heskîfê welatî û şaredarî ji bo paqijiyê xemsar in
09:12 S.T. ya 41 sal hat îstîsmarkirin: Darvekirin û xesandin ne çareseriye
09:09 ATK’ê ne ajokar, lastîkên maşîneya zirxî ‘biqisûr’ dît
09:06 ‘Em xwediyê xênî bûn lê me kirin mexdûrê bin konan’
09:04 ‘AKP ji dil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe’
09:02 Qahweya Sofiyan dîroka Gimgimê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08/07/2018
22:16 Li Çorluyê trêna rêwiyan qelibî: 10 kes mirin û 73 kes birîndar bûn
17:03 2 ciwan li Mêrdînê hatin binçavkirin
16:54 Jina li hucreyê girtî 9 rojin di greva birçibûnê de ye
16:43 Karmendê mir jî îxrac kirin
16:23 HDP’ê bertek nîşanî KHK da: Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne
15:37 Samî yê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
15:14 Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU hat binçavkirin
14:50 2 qeyûm li Mêrdînê ji kar hatin avêtin
14:32 Ufukê winda mirî hat dîtin
14:00 Destûr nadin parêzer Taşdemîr bibînin: Îhtima îşkenceyê zêde ye
13:20 Bavê Cemîle Çagirga hat girtin
13:19 ‘Rayedarên girtîgehê piştî peçeteyên bixwîn dîtin, bawer kir’
11:54 Komîsyona Jinan a DBP'ê: Bila Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin
11:32 Ji bo danişîna biryara doza Soma bang: Her kes li wir bin
11:09 12 akademisyên danezana aştiyê îmze kirin hatin îxrackirin
10:49 Komîsyona OHAL'ê sedema îxracê alîkariya mirovahiyê nîşan da
10:47 Civaknas Arslantaş: Hikûmet bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê
10:12 Endama ciwanên MSD û xwişka wê di êrîşek bombeyî de hatin kuştin
10:05 Teblîga ceza li şûna kesê eleqeder ji keya re şandin
09:20 Seyran Demir: Bijîşk rûmeta me dişkînin
09:11 Parêzerên Tekçî yê 23 sal berê hat windakirin serî li DYA dan
09:10 Nûçeya bi ser navê 'sûriyeyî avêtin ser dermanxaneyê' pûç derket
09:08 KCDP: Hêrsa civakê tê îstismarkirin
09:06 Ocalan: Tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:04 Zarokên ku ji lîstikan mehrûm: Em mecbûr in bixebitin
09:03 'Yekkirina nexweşxaneyan rê li ber pirsgirêkên mezin vekir'
09:01 Pekoz: Em ê ji bo azadiya gel û baweriyan bitêkoşin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:27 KHK’a dawî ya OHAL’ê weşandin: Yekane Rojnameya Kurdî Welat girtin
18 hezar û 633 kes îxraç kirin
07/07/2018
19:32 Înşeat rûxiya: 3 karker mirin
19:03 Remziye Tosûn bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sond xwar
16:36 Hevserokê DBP’ê yê Akdenîzê Ozer hat definkirin
16:07 Şewata li Licê ji ber xwe ve vemirî
15:57 Hevdîtina girtî Yilmaz asteng kirin
15:55 Xizmên Windayan Vedat Aydin bibîr anî
15:18 Di çalakiya Rûniştina F de azadiya Erîş hat xwestin
15:04 Sondxwarina parlamenteran destpê kir
14:19 Rêveberiya koma HDP’ê diyar bû
14:03 Çelîk aqûbeta bav û birayê xwe pirsî: 3 nifşên malbata me li edaletê digerin
13:55 Nexweşên penceşêrê yên xwişkên hev nayên dermankirin
13:30 Koma AKP’ê ya Meclîsê peywîrên xwe dabeş kir
12:52 Nuriye Gulmen hat berdan
12:52 Meclîsa DBP’ê li Amedê kom bû
12:43 Dozger nîşaneya serkeftinê mîna 'nîşaneya PKK'ê' nîşan da
12:42 Bavê Paladoken: Hêvîdarim di hemû kuştinên jinan de cezayên giran bên dayîn
12:04 10 sal cezayê hepsê li Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan birîn
11:46 Kesên li Pirsûsê hatibûn binçavkirin 10 roj şûnde hatin berdan
10:35 ZMO: Divê cotkar, kooperatîf û yekîtiya xwe ava bikin