ENQERE – Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku berpirsiyariya HDP'ê zêde bûye û got: "Hemû kesên ku dixwazin Tirkiye azad bibe, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan tev bigerin."
Piştî merasîma sondxwarinê, Meclîsa Tirkiyeyê dest bi xebatên serdema 27'emîn kir. Di vê serdemê de tişta tê meraqkirin ew e ku dê di pergala Serkomariytiyê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat pêkanîn de bandora Meclîsê çi be. Piştî ku navnîşana fealiyetên birêvebirinê ji Meclîsê birin Qesra Beştepeyê, erka venihartinê ya Meclîsê pir kêm bû. Tê diyarkirin ku di warê hin sererastkirinên qanûnî de, dê partiya îktîdarê li gor pêdiviyên xwe sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
DÊ MUXALEFET ÇI BIKE
Lê belê, partiyên muxalefetê jî hewl didin ku Meclîsê dîsa çalak bikin û ji bo vê bi motîvasyona zîndekirina pergala parlementeriyê tev digerin. Nîqaşên komcivînê yên di nav CHP'ê de, valahiyeke mezin li qada muxalefeta sereke peyda dike. Ji ber vê wisa dixuyê ku dê partiya ku li hemberî AKP'ê sekneke bibandor nîşan bide HDP be. Hem cudatiya profîla parlementerên HDP'ê hem jî fikra wê ya li ser "rêgezên demokratîk", HDP'ê bêtir derdixe pêş.
‘HEMÛ KESÊN DIXWAZIN TIRKIYE AZAD BIBE DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN DERKEVIN'
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku HDP bêyî şik û guman dê barê bikeve ser milê wê bi cih bîne. Ocalan, anî ziman ku di rojeva wî de tecrîd, mafên gelên kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Ocalan bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi wî ne sînorkiriye û got: "A rastî îro civak hemû tê tecrîdkirin. Eger em doza azadî û demokratîkbûyîna î welatî dikin, nexwe divê em li dijî tecrîdê derkevin. Ji roja ku tecrîd hatiye pêkanîn, li Tirkiyeyê maf û azadî lawaz bûne. Tirkiye ber bi karesatan ve diçe. Loma kesên ku li Tirkiyeyê difikirin divê hemû li dijî tecrîdê derkevin."
'NÎQAŞÊN DARVEKIRINÊ XAFIK IN'
Ocalan, bal kişand ser îstismarkirin zarokan ku di demên dawî de di rojevê de ne û anî ziman ku ev tişt ji aliyê îktîdarê ve hatiye amadekirin û xafikeke mezin e. Ocalan got: "Jixwe her cara ku îktîdar ditengije mijara darvekirinê dixe rojevê. Niha jî ev êrîşên hovane yên li dijî zarokan tên kirin û bi tu awayî nayên qebûlkirin ji xwe re wekî hincet nîşan dide û mijarê dîsa dixe rojevê. Lê derdê van kesan ne kesên îstismarê dikin. Heta niha îstismarkar hemû ji efûya ku wan derxist sûd girtin. Eger darvekirin bê, di serî de siyaseta kurd dê ji bo hemû muxalifan wekî amûreke gefxwarinê bê bikaranîn. Divê kes nekeve vê xafikê." Her wiha Ocalan, diyar kir ku divê îstismarkirina zarokan bi van bûyerên dawî re neyê sînordarkirin û got: "Li vî welatî mafê jiyanê yê zarokan nayê naskirin. Dewletê bi sedan zarok kuştin. Îstismarkirina herî mezin ev e."
‘LUKSEKE ME YA KU SEDSALEKE DIN JI DEST ME BIÇE TUNE YE'
Ocalan, bang li gelê kurd kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û got: "Êdî lukseke me ya ku sedsaleke din jî ji dest me biçe tune ye. Eger em îro li azadiya xwe xwedî dernekevin, dê hemû tiştên me bi dest xistine jî biçin." Oacaln, destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî HDP bi awayekî hêzdar hebûna xwe ya li meclîsê didomîne û got: "Her ku êrîşî me dikin em zêdetir dibin û tên. Em hebûn, em hene û em dibêjin em ê tim hebin."
‘CIVAKEKE KU YEKÎTIYA XWE PÊK NEYÎNE NIKARE DI TU TIŞTÎ DE JÎ BI SER BIKEV'
Ocalan bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurd û got: "Bi awayekî şexsî ez ê herî zêde li ser yekîtiya netewî ya kurd hûr bibim. Civakeke ku yekîtiya xwe pêk neyîne, nikare di tu tiştî de jî bi ser bikeve."
MA / Kenan Kırkaya