WAN - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Wanê Sezer Orenç, destnîşan kir ku sedema şewata ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê rû da, ji ber ku nexweşxane zêdeyî kapasîteya xwe xizmetê dike. Orenç got: "Eger xizmetên tenduristiyê li tevahiya bajêr bên belavkirin, dê rê li ber pirsgirêkan bê girtin."
Çend roj berê agir bi terefoyê li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê û ji ber vê şewata ku nehat hînbûn ka ji ber çi derketiye ceryana serwîsa lezgîn û avahiya pêvekî ya nexweşxaneyê qut bûbû. Piştî şewatê û qutbûyîna ceryanê, nexweşên li van beşan sewqî Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yil aWanê û nexweşxaneyên taybet hatibûn kirin. Hîn jî li nexweşxaneyê hin arizeyên teknîkî nehatine çareserkirin û ji ber vê nikare xizmetê bide. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tendurstiyê (SESS) a Wanê Sezer Orenç got: "Li bajêr ji ber ku hemû nexweşxaneyê di bin navê Nexweşxaneya Herêmê de hatine yekkirin, nexweşxane zêdeyî kapasîteya xwe xizmetê dide. Her wiha bi Rewşa Awarte re gelek kesên pispor hatin îxrackirin. Li nexweşxaneyê hem di warê teknîkê de hem jî di warê kapasîteyê de pirsgirêk heye."
'DIVÊ LI DEVERÊN BAJÊR HEMÛ XIZMETÊN TENDURISTIYÊ HEBIN'
Orenç, da zanîn ku beşa terefo ya ku pê ket beşa "biaqil" a nexweşxaneyê ye û got: "Dema şewat çêbû serwîsa welidandinê, serwîsa zarokan, kardiyolojî û serwîsa lezgîn betal bû. Sedema şewatê ew e ku nexweşxane zêdeyî kapasîteya xwe xizmetê dike. Yanî nexweşan zêde qebûl dike. Yanî ev nexweşxane li bajarekî wek Wanê mezin tekane nexweşxane ye. Ji ber ku tenê ev enxweşxane heye, hejmara nexweşan zêde ye. Dema nexweşxane kirin yek pirsgirêkên bi rengî rû didin. Bi ser de jî tim behsa nexweşxaneyên bajêr ku tenduristiyê kirin tiştekî kesîdeyî û kirin piyase dikin. Eger xizmetên tenduristiyê li tevahiya bajêr bên belavkirin, dê rê li ber pirsgirêkan bê girtin. Dema rewş ev be dê şewat jî çêbibe, dê îhmalkarî jî."
Orenç, diyar kir ku Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê xizmetê ji bo bajarên li herêmê jî dike, lê belê hem di warê avaniyî hem jî di warê personelan de têr nake û ji ber vê rê li ber gelek bûyeran tê vekirin. Orenç, diyar kir ku niha asta tenduristiyê li welat ev e û got: "Roja ku şewat li nexweşxaneyê derket, Nexweşxaneya Dewletê ya Rêya Armûşê dihat rûxandin. Yanî dema nexweşxane li bajêr bên belavkirin dê ev tişt çênebin û dê gihanî jî rihet be. Li nexweşxaneya niha hem pirsgirêkên gihaniyê hem jî pirsgirêkên cihwarî hene."
Orenç, bilêv kir ku hikûmet tim bilêv dike ku nexweşxaneyên bajêr baş in, lê belê ew bawer nakin ku tu têkiliya tenduristiya civakiyî û nexweşxaneyên bajêr bi hev re hebe û got: "Çêkirina nexweşxaneyên bajêr ji bo piyasekirina tenduristiyê û kesîdekirina wê ye. Ji bo rê li ber kesîdekirinê vebikin gavek wisa avêtin. Divê dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr bê berdan û pergala berê bê pêkanîn."
'REWŞA AWARTE Û LÊPIRSÎNÊN EWLEHIYÊ BÛN SEDEMA PIRSGIRÊKAN'
Her wiha Orenç diyar kir ku li nexweşxaneyan pirsgirêka personelên teknîkî jî heye û got: "Bi Rewşa Awarte re lêpirsînên 'ewlehiyê' dest pê kirin. Ev yek di warê tayînkirinan de bû cihê pirsgirêkên mezin. Jixwe di vê xalê de neyîniya Rewşa Awarte ya li ser tenduristiyê derdikeve holê. Rewşa Awarte hem ji bo kedkarên tenduristiyê hem jî ji bo tenduristiya civakî bû sedema pirsgirêkan. Divê rojek berî rojekê dawî li Rewşa Awarte bê, kedkarên tenduristiyê vegerin ser karên xwe û dawî li lêpirsînên 'ewlehiyê' bê."
MA / Mahmut Ruvanas