* Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, diyar kir ku divê hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn û ew ê ji bo vê yekê li parlementoyê û kuçeyan bitêkoşin.
* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Wanê Sezer Orenç, destnîşan kir ku sedema şewata ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê rû da, ji ber ku nexweşxane zêdeyî kapasîteya xwe xizmetê dike. Orenç got: "Eger xizmetên tenduristiyê li tevahiya bajêr bên belavkirin, dê rê li ber pirsgirêkan bê girtin."
* Li Wanê zarokên ku ji dêvla li baxçeyên lîstikan bi li kuçeyên bajêr dixebitin. Ev zarok bi karên dikin hewl didin di warê aborî de tevkariya malbatên xwe bikin.
* Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku berpirsiyariya HDP'ê zêde bûye û got: "Hemû kesên ku dixwazin Tirkiye azad bibe, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan tev bigerin."
* Di meha Hezîranê de 39 jin hatin kuştin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sedema vê yekê zimanê şidetê û polîtîkayên tên meşandin bixwe ye. her wiha Ataselîm got, bi vekirina meclîsê re tê xwestin ku xesandina kîmyewî û darvekirin bê qanûnîkirin û bi vê yekê re hêrsa civakê tê îstismarkirin.
* Li Tarsûsê li dermanxaneyekê şerek derket û di çapemeniyê de bi ser navê "Sûriyeyiyan bi ser eczaneyê de girt û xebatkarên wê derb kirin" hat serwîskirin. Lê belê derket holê ku yên tev li bûyerê bûne ne Sûriyeyî ne. Piştî bûyerê malbatên kesên hatin girtin, destnîşan kirin ku serê dîmenan û dawiya wan serwîsî çapemiyê nehatine kirin.
* Şivan Nezîr Tekçî 23 sal berê li gundê Yekmala Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve bi saxî hat girtin û piştre hat gulereşandin û kuştin. Di ser kuştina Tekçî re 23 sal derbas bûn. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya ku 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê der barê Serheng Alî Osman Akin û Serheng Kemal Altan de babû erê kir. Parêzerên malbata Tekçî li dijî vê biryarê serî li AYM'ê dan.