NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveyê OHAL’ê de KHK’a Hejmara 701 di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi KHK’a dawî ya OHAL’ê re 18 hezar û 632 kes îxraç kirin, karê 148 kesa paşve hat dayîn, 12 komele, 3 rojname û kanalekê televîzyonê hatin girtin. Bi vê KHK'ê yekane Rojnameya Kurdî Welat jî hat girtin.
Di çarçoveyê OHAL’ê de KHK’a Hejmara 701 di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi KHK’a dawî ya OHAL’ê re 18 hezar û 632 kes îxraç kirin û karê 148 kesan paşve hat dayîn,
Rutbeyên 324 personelên TSK’ê, 1167 personelên Midûryeta Giştî ya Ewlehiyê û 35 cendirmeyan ên berê ji saziyan veqetiyabûn, bi KHK’a Hejmara 701 ji wan hat standin.
KESÊN HATÎN ÎXRAÇKIRIN
* Ji Hêzên Bejahî 3 hezar 77, ji Hêzên Behrê hezar û 126 û ji Hêzên Hewayî hezar û 949 sûbay û astsubay.
*Ji Wezareta Dadê 1052 kest hatin îxraç kirin.
*4 alîkarên Walîtiyê û 4 jê Qeymeqam hatin îxraç kirin.
*Ji Midûryeta Giştî ya Polîsan 8 hezar û 998 personel hatin îxraç kirin.
*Ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 649 sûbay, astsûbay û çawişên pispor hatin îxraç kirin.
12 KOMELE HATIN GIRTIN
12 komele, 3 rojneme û kanala televîzyonekê hatin girtin.
Navê Komeleyên hatin girtin wihane: Li Semsûrê, Mezûnên Dersxaneya Fen û Komeleya Mensupan, li Enqerê, Komeleya Xizmet û Zanistan a Furkan, Komeleya Alîkarî û Perwerdê ya Suffem û Komeleya Alîkariya Perwerdê ya Çanda Zanista Anadoluyê, li Dîlokê, Komeleya Xizmet û Perwerdê ya Furkan, Li Mereşê, Komeleya Fikir û Hiqûq a Ozer û Komeleya Xwendevanên Navneteweyî ya Kahramanmaraşê, li Kîlîsê Komeleya Hafiz û Mensupên Lîseyê yên Hatîp Îmam Kîlîs, li Kocaeliyê, Komeleya Alîkariya Civakî û Perwerdê ya Beyaz Laleler, li Meletiyê Komeleya Piştevanî û Perwerdê ya Furkan, Li Samsunê Komeleya Ciwanên Azad a Samsunê û li Rihayê jî Komeleya Zilamên Kar û Pîşesazî ya Wêranşarê hatin girtin.
Rojnameyên li Stenbolê weşanê dikin Halkin Nabzî û Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînê wê hat kirin, rojanemea Welat a li Amedê weşan dikir û Televîzyona Avantaş hatin girtin û weşana wan hat bi dawîkirin.