MÊRSÎN - Hevserokê DBP’ê yê Akdenîzê Fîkrî Ozer ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Akdenîzê Fîkrî Ozer duh di saetên şevê de li Mêrsînê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ozer li Gorîstina Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê hat definkirin. Malbata Ozer, rêveber û endamên DBP û HDP’ê beşdarî merasima cenaze bûn.
Hevserokê DBP’ê ya Mêrsînê Munir Guzel di merasîma cenazeyê de axivî û wiha got: “Hevalê me yê têkoşîn Ozer, bi salan têkoşîna aştî û demokrasiyê li Mêrsînê bi rêve bir. Tu caran pes nekir. Emê şopdarê têkoşîna Ozer bin.”
Cenazeyê Ozger piştî deqeyek rêzgirtinê sipartin axê. Heval û malbata Ozer li Taxa Çîlek a navçeya Akdenîzê sersaxiyê qebûl dikin.