EDENE - Hevdîtina Selamettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ligel ku qedexeya hevdîtina wî tunebû jî, hat atengkirin. Xwişka Yilmaz Ayfer Yavaş bertek nîşanî vê pêkanîna rayedarên girtîgehê da û got: “Em van pêkanînên keyfî qebûl nakin.”
Xwişka Selamettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê yê di hevdîtina vekirî de rastî binpêkirina mafên mirovan hat, Ayfer Yavaş serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û alîkariya hiqûqî xwest. Yavaş, diyar kir ku birayê wê di Mijdara 2017’an de ji Girtîgeha Mûşê, sewqî Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê kirin û wiha axivî: “Di 2’yê Tîrmehê de ez çûn hevdîna birayê xwe, lê rayedarên girtîgehê hewl dan hevdîtinê asteng bikin.”
‘GOTIN HEVDÎTIN HEYE, GAVA EZ ÇÛM GOTIN TUNEYE’
Yavaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berî biçim hevdîtinê ez li girtîgehê geriyam. Ji min re gotin ‘Qedexeya hevdîtinê tuneye. Hûn dikarin bên hevdîtinê.’ Li ser vê yekê ez çûm girtîgehê. Vê carê ji min re gotin ‘Hevdîtin tuneye. Hûn nikarin hev bibînin.’ Gava min ji wan re got ezê giliyê we li gel dozger bikim, ji bo 15 deqan hiştin ku em hev bibînin. Ev nêzîkatiyek keyfiye. Em nêzîkatiyên wiha yên keyfî qebûl nakin.”
Yavaş derbarê hevîtina birayê xwe de jî wiha got: “Di hevdîtinê de birayê min got ‘girtîgeh pir germe. Rojê 2-3 caran em ava cemidî li xwe dikin. Bi kincên şil em xwe hînik dikin. Nameyên me dereng didin me. Ji bo Efrînê me çalakiya 3 rojan a greva biçîbûnê pêk anî. Ji ber vê yekê 2 meh cezayê girtîgehê dan me.’ Fikarên me derbarê girtiyên nexweş de hene. Divê pirsgirêka girtiyan demildest bê çareserkirin.”