REQA – Fermandara YJŞ’ê Tekoşîn Şengalî diyar kir ku piştî Reqayê ew dê berê xwe bidin Şengalê û piştre jî ji bo jinên êzidî yên Dêra Zorê rizgar bikin tev lê pêngava wir bibin û got: “Heta jin û zarokeke êzidî di destê DAIŞ’ê de mab in, emê nasekinin.”
Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ya bi navê “Cenga Mezin” ku di 6’ê hezîranê de ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve bi du milan ve dest pê kir, ji bo rizgarkirin û tola jin û zarokên êzidî yên Şengalî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, rastî tecawiz hatin û qetilkirin hilênin, yekîneyek ji şervanên Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî beşdarî pêngavê bûn.
Şervanên YJŞ’ê ku bi YPJ’ê re tevgeriyan, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal bi DAIŞ’ê ve çûn, hem tola jin û zarokên êzidî wergirtin. Hem jî bi dehan, sedan jin û zarokan rizgar kirin û ew şandin Şengalê.
Yekîneya YJŞ’ê ku bi şervanên QSD’ê re her tim di eniya herî pêş a şer de bûn, niha piştî bi temamî rizgarkirina bajarê Reqayê ya ji DAIŞ’ê, niha jî amadekariya xwe ya ku berê xwe bidin Dêra Zor a ji bo jin û zarokên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de mayî rizgar bikin e.
‘HEDEFA ME DIYAR E’
Ji fermandarên YJŞ’ê Tekoşîn Şengalî da zanîn ku ew 4 meh in ji bo rizgarkirin û tola jin û zarokên êzidî ji DAIŞ’ê werbigirin, tev lê pêngava rizgarkirina Reqayê bûn û heta îro hatine. Şengalî anî ziman ku di esasê xwe de di şexsê jinên êzidî de wan tola hemû jin û civakên di heremên destê DAIŞ’ê de bûn wergirtine û got: “Bi rastî jî piştî rizgarkirina Reqayê hedefa me diyar e. Ji ber ku dema em hatin vir, armanc û hedefa me ew bû ku em hemû jin û zarokên êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê ne de rizgar bikin. Ji bo vê jî heta yek êzidiyek di destê DAIŞ’ê de mabe em dê nesekinin.”
‘EM DIZANIN JIN Û ZAROKÊN ÊZIDÎ LI DÊRA ZORÊ JÎ HENE’
Şengalî destnîşan kir ku ew dizanin ku jin û zarokên êzidî hêj jî di destên DAIŞ’ê de mane û ew piştî pêngava Reqayê dest pê kir wan hemûyan birine Dêra Zorê an jî heremên din û ev tişt got: “Em dizanin jin û zarokên êzidî di destê DAIŞ’ê yên li Dêra Zorê de man e. Ji bo vê yekê jî piştî Reqayê em dê vegerin Şengalê, piştî plansaziya rêxistina me, em dê berê xwe bidin Dêra Zorê û tev lê pêngava ‘Bagera Cizîrê’ ya ji aliyê QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ve hat destpêkirin bibin. Tevlîbûna me ya pêngava rizgarkirina Reqayê ji bo me bû tecrubeyek û em dê tecrubeya li vir di Dêra Zorê de jî pêk bîn in.”
MA / Erdogan Altan