AMED – ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a hefteya 491’emîn de Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê 27 sal berê di binçavan de kuştin bibîr anîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 491’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Wêneyên windayan hildan û li erdê raxistin. Rêveberên ÎHD û Odeya Tabîban a Amedê beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê tîrmeha 1991’an binçavkirin û pişt re cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin bibîranîn.
Di çalakiyê de ewil Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Racî Bîlîcî axivî û bibîr xist ku kuştina Vedat Aydin destpêkek bû û ji ber Aydin têkoşîna azadî, demokrasî û mafê mirovan birêve dibir di hedefa JÎTEM’ê de bû.
‘EW DERIYÊN TARÎ VEKIRÎNE’
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun jî destnîşan kir ku Vedat Aydin di têkoşîna mafê mirovan de neferek girîng bû û got: “Heta ku bûyerên wê demê ronî nebin wê ev deriyên tarî jî vekiribîn.”
‘KUJER DIYAR IN’
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin behsa çîroka windabûn, dîtin, merasîm û doza Vedat Aydin kir û ew bibîr anî. Yalçin da zanîn ku Aydin ê ku bû serokê HEP’ê yê Amedê ewil binçavkirin û pişt re ew kuştin û behsa merasîma cenazeyê Aydin a ku gelek mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn kir. Yalçin anî ziman ku kujerên Aydin diyar in û di dosyeya lêpirsîna Aydin a 20 salan de tu tiştek nehat tespîtkirin.
Piştî axaftinan çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê li dar xistin.