STENBOL - Komîsyona Girtîhan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 328’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweş Yaşar Erîş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 328’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de li Qada Galatasarayê kom bû. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewaş girtiyê nexweş Yaşar Eriş. Di çalakiyê de pankartên “Bila Yaşar Erîş bê berdan”, “Tecrît dikuşe, piştevanî dide jiyîn” û “Tedawî mafe, nayê asteng kirin” hatin vekirin û bê navber dirûşmên “Ji îşkenceya lêgerîna tazî û îşkenceya OHAL’ê re êdî bese” hatin berzkirin.
Endamê ÎHD’ê Umît Dolu daxuyanîda û wiha axivî: “Rapora destteya tenduristiyê dan Alaattîn Çakici. Divê ev maf ji bo hemû girtiyên nexweş bên dayîn. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
‘RASTÎ ÊRÎŞÊN FÎZÎKÎ TÊ’
Dolu, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yaşar Erîş ê 17 salin girtiye û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê tê gittin û wiha got: “Derbarê Erîş de cezayê girtîgehê yê muebeta giran hatiye dayîn. Bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de di tecrî de tê girtin. Jiyana Yaşar Erîş tenê nayê tecrît kirin, di heman demê de rastî îşkenceya fîzîkî ya rayedarên girtîgehê jî tê. Erîş di girtîgehê de bi nexweşiya ‘şîzofrenê’ dikeve û nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Divê tim dibin kontrolê de bê. Di bin tecrîtê de girtin, dibe sedem ku nexweşiya wî pêş bikeve. Divê Erîş li nexweşxaneyekê dibin kontrolê de be. Ji bo vê yekê em dixwazin demildest Erîş bê berdan û bê dernamkirin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.