ENQERE – Merasîma sondxwarinê ya Meclîsê destpê kir. Sond xwarîna 600 wekîlan li gorî rêza bajaran pêk tê. Bi boneya ku wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu astengdar bû ewil wî sond xwar.
Desteya Giştî ya Meclîsê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê ya parlamenteriyê ji bo merasîma sondxwarinê li hev civiya. Merasîmê saet di 14.00’an de destpê kir. Wekîlê Partiya ÎYÎ yê Enqereyê Durmuş Yilmaz bi awayek derbasdar bi boneya wekîlê herî temen dirêj e merasîma sondxwarinê ya Serdema Qanûnçêkirinê ya 27’emîn birêve bir. Serokatiya Wekîla derbasdar jî Wekîlê AKP’ê yê Kastamonu Hakki Koklu kir.
Di dîroka Meclîsa Tirkiyeyê de bi boneya hejmara wekîlan ji 550 kesî derket 600 kesî merasîma sondxwarinê ya herî dirêj e û ji ber vê yekê herî kêm dê 12 saet dewam bike.
WEKÎLÊN GIRTÎ DI MERASÎMÊ DE NÎN IN
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu bi boneya girtî ne nikaribûn tev li merasîmê bibin.
Bi boneya ku Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu astengdar bû ewil wî sond xwar.
AHMET ŞIK METÎN GOKTEPE JI BÎR NEKIR
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik ji bo karê keydiyê hat Meclîsê û rozeta xwe negirt. Şik got ku ew ê di kêliya sond xwarinê ya li Meclîsê de rozetek bi ber dilê xwe ve deyne. Beriya merasîma sondê Şik rozeta bi wêneyê hevalê xwe yê rojnameger ê hat kuştin Metîn Goktepe û dayika wî Fadîme Goktepe bi ber dilê xwe ve danî.