ENQERE - Rêveberiya koma HDP’ê berî merasîma sondxwarina parlamenteran a di Meclîsê de, hat diyar kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo civîna koma parlamenterên nû hatin hilbijartin, yekem car li Meclîsê kom bû. HDP’ê berî merasîma sondxwarinê ya îro, di civînê de rêveberiya koma xwe diyar kir.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê hat dayîn; Ji bo Serokwekîlê Meclîsê Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar, ji bo Amîrê Îdareya Meclîsê Parlamenterê Dîlokê Mahmut Togrul, ji bo Serokwekîltiya Komê Parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtalan û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen hatin diyar kirin.