RIHA - Li gorî rapora venêran (denetîm) a dîwana muhasebatê (sayiştay) ya sala 2016'an ku der barê şaredarî û karên îdarî de hatiye kirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'ê, cihên ku nayên barkirin parsel bi barsel bi awayekî dijhiqûqî li alîgirên xwe belav kiriye, di veguhestina komelî de beyî ku îhale bê kirin bêûsûliyê hatiye kirin.
Di rapora dîwana muhasebatê ya sala 2016'an de piştrast bû ku şaredariya AKP'î ya Rihayê di karên şaredariyê û saziyên îdarî de bêlêrêtî kiriye û bêûsûliyên wê yek bi yek derketine holê.
HEMÛ TAHSÎLÎ DERVEYÊ QANÛNÊ NE
Li bajarên Kurdistanê yekemîn şaredariya bajarê mezin a di destê AKP'ê de Şaredariya Rihayê ye, erd û saziyên girêdayî şaredariyê û yên ku ji cihên wan nayên barkirin, yek bi yek ji hêla şaredariya AKP'î ve hatin firotin. Li gorî raporê piştî lêkolînên ku hatine kirin, derketiye holê ku cihên nayên barkirin ji odeyên pîşeyî re hatiye tahsîskirin û di vê der barê de serî li biryara meclisê jî nedane, der barê vê rewşê de ne peyman û ne jî protokol hatine çêkirin. Bi heman şeklî komeleyên ne di statuya komeleyan de ne û ew jî hatine tahsîskirin û di vî warî de jî serî li tu biryarên meclisê nedane, peyman û protokol nehatine çêkirin û ji walîtiyê destûr jî nehatiye xwestin.
Di raporê de tê piştrastkirin ku ev rewş di sala 2015'an de jî hatiye tespîtkirin û di sala 2016'an de jî ev rewş dîsa dubare bûye.
TAHSÎLATA BÊ HEQ JI AKP'IYAN RE YE
Li gorî raporê qadên "bê heq" bi tevahî ji Komeleya Komîsyonvan û Sebzeyan re, Komeleya Parakendecîler, Odeya Şîraciyan, Komeleya Dezgehên Otobusên Navbera Bajaran, Komeleya Avahîsaz û Înşaetê û ji Komeleya Bazara Genim a Îmam Keskîn re hatine tahsîskirin û ev hemû bi awayekî dij hiqûqî hatiye kirin. Nelêrêtiyên şaredariya AKP'î bi vê jî sînor nîne, hat gotin ku otobusên di nava bajêr de gel dibin û tînin jî betî ku bidin îhaleyê didin xebitandin.
ŞAREDAR RAYEYA XWE BÊÛSÛLÎ XEBITAND
"Ev mafê ku aydê şaredariyê ye di çarçoveya qanûnan de bi rêya îhaleyan li gorî rekabetê, li gorî saydamiyê divê dem li ber çavan bê girtin û li gorî wê bê dayîn. Ev raye li ser navê şaredariyê aydê meclisa şaredariyê ye. Meclisa şaredariyê li gorî biryarên ku bigire û li gorî vê biryarê dema der barê kar û barên îhalê de biryar bên girtin, divê der barê vê xebatê de nêrînên encumenan jî bê girtin. Lê şaredar peywira xwe bêûsûlî xebitandiye."
Li dijî bersiva ku şaredariyê daye, ev bêûsûlî wekî "mafekî hatiye qezenckirin" daye nîşan û bi vê şeklî bersiv daye dîwana muhasebatê. Diwana muhasebatê bal kişandiye ser 53 otobusan û aşkera kiriye ku ev beyî îhale tên xebitandin û dixweze ev rewş bê betalkirin û herî dawî bi rêya îhaleyê ev şaşitî bê sererastkirin. Li gorî daneyên ku hatine parvekirin, veguhestina komelî (toplu taşıma) ya şaredariyên navçeyên Bîlecûk û Sêweregê û bajarokên Kasas û Konukluyê jî di destê şaredariya bajarê mezin de ye û ev jî dijî mewzûatê hat dîtin.
AKP'Î DIXWIN Û VEDIXWEN
Di hemû daneyên ku derketine holê û raporan de bêûsûlî di asta herî jor de ye, di vê çarçoveyê de hêj 494 texsiyên li bajêr niha jî kar dikin, beşeke zêde plaqeyên texsiyan li ser navê kesekî hatine qeydkirin û ev di tespîtên dîwana muhasebatê de jî zelal bûn. Ev bêûsûliya li bajêr derketiye holê, di raporan de jî piştrast dibe ku beşa kargerî û bikaranîna veguheshestina komelî bi giştî li ser navê AKP'iyan hatiye qeydkirin.
DI BEŞA TÛRÎZMÊ DE JÎ BÊÛSÛLÎ KIRINE
Vapûrên kelek ên li Xelfetiyê di nav sînorên Şaredariya Bajarê Mezin de cih digirin û her sal bi hezaran tûrîst ji bo serlêdanê tên vê herêmê. Derket holê ku bi heman şeklî beyî ku îhale bê kirin radestî AKP'iyan hatiye kirin. Dîsa derket holê ku di veguhestina komelî yên ji bo astengdaran hatine sazkirin de jî bêûsûlî hatiye kirin, otobusên komgelî li gorî astengdaran nehatiye sazkirin û rûxset jî nedane wan.