STENBOL – Îdianameya 16 kesên di mitînga HDP’ê ya li Bakirkoyê de hatin binçavkirin amade bû. Dozger îşareta serkeftinê wek “îşareta PKK’ê” û tîpa "V" pênase kir û kir delîliya sûc.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 17’ê hezîranê de li Bazara Gel a Bakirkoyê mitînga hilbijartinê li dar xistibû û dozgeriyê ji 16 kesên din di mitîngê de hatibûn binçavkirin re îdianame amade kir. Îdianameya der barê 3 jê girtî 16 kesan de hat amadekirin, ji aliyê 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Her 16 kes jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatin sûcdarkirin.
DOZGER ÎŞARETA SERKEFTINÊ KIR TÎPA ‘V’
Dozger di îdianameya amade kir de Gulistan Altin a ji dozê tê darizandin bi nîşandan îşareta serkeftinê sûcdar kir. Ji ber ku Altin piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re îşareta serkeftinê nîşan da wek “propagandaya rêxistinê” pênase kir û wek “îşareta PKK’ê” binav kir. Her wiha dozger îşareta serkeftinê wek tîpa “V” jî rave kir û got ku Altin “Qaşo îşareta PKK’ê” nîşan daye.
Mahsum Yolcu, Serdal Aksu û Serhat Dogan ên girtî jî di danişîna qebûlkirina îdianameyê de tahliye bûn.
MA / Yasîn Kobulan