STENBOL - Bavê xwendekara Lîseyê Hêlîn Palandoken a li Pendîkê hat kuştin Nîhat Palandoken cezayê muebbetê yê ji bo kujerê Hêlîn Mustafa Yetgîn hat dayîn nirxandin û got: “Ceza kêm nekirin. Hêvîdarim di hemû kuştinên jinan de cezayê kêm neyên dayîn.”
Li navçeya Pendîk a Stenbolê, Mustafa Yetgîn ê di 13’ê Cotmeha 2017’an de Hêlîn Palandoken kuşt û 2 kes jî birîndar kirin, bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin” hatibû ceza kirin. Di danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Edliya Anadolu ya di 5’ê Tîrmehê hat dîtin de, cezayê girtîgehê yê muebeta giran ji bo Yetgîn hat dayîn û Halîs Can Dagarslan ê Yetgîn bi wesayîtê bir cihê bûyerê jî beraet kir. Bavê Hêlîn Palandoken Nîhat Palandoken biryara dadgehê nirxand.
‘DILÊ ME REHET NEBÛ’
Palandoken, diyar kir ku cezayê ji bo bersûc hat dayîn dilê wan rehet nekir û wiha axivî: “Lê kêm jî be biyarek mînake. Ceza kêm nekirin. Hêvîdarim di hemû kuştinên jinan de ceza neyên kêm kirin û heman biryar bên dayîn. Di saya têkoşîna me bi rêve bir de ev ceza hat dayîn. Ev 9 mehin bi ser û ber neçûme mala û derî bi derî geriyam. Di çapemeniyê de, li ser rojnamê min tim hewara xwe anî ziman. Min tim qala cezayên pêximker ên mînak kirin.”
Palandoken, ji bo beraet kirina Dagarslan jî wiha got: “Bêguman kesê wesayît dajot ceza negirt. Vê yekê em pir aciz kirin. Bi sedan mirovên me ji bo twîtterek û rexneyekê bi salane di girtîgehan dene. Heval û xizmên me yên ji ber gotinekê di girtîgehan de tên girtin hene. Ji ber vê yekê biryara berdana wî kesê ne di cih debû. Emê derbarê wî de dozek din vekin. Divê ew jî bê cezakirin.”
‘EM Ê KAMPANYEYA ÎMZEYÊ BERDEWAM BIKIN’
Palandoken, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo pêşiya bi çek kirina takekesî em kampanya dabû dest pê kirin. Emê kampanya xwe berdewam bikin. Em hedef dikin ku mîlyonek îmze kom bikin. Heya niha me 40 hezar îmze kom kiriye. Dadgeh qediya, ev nayê wê wateyê karê me jî qediya. Me serî li vê rêyê da. Em dixwazin qanûn bên derxistin.”
Palandoken, da zanîn ku dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hêvî dikim kes mexdûr nebe. Xwedî bûyerek wiha neyîne serê tu kesê. Em dixwazin cezayên wisan giran ji bo van kesan bên dayîn.”
MA / Sadiye Eser