SÊRT – Bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” 10 sal û 15 roj cezayê hepsê li Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, birîn. Parêzer Mesût Beştaş jî got ku beyanên emniyetê esas htine girtin û bi awayek neheqî li miwekîlê wî ceza hatiye birîn.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan hat binçavkirin û girtin. Piştî hat girtin li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şûna Bakirhan kirin. Bakirhan bi hinceta “Endamê rêxistinê ye”, “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Li dijî qanûnên civîn û xwepêşandanên meşan li darxistiye û birêve biriye” ji 28 sal û nîv heta 111 salan cezayê hepsê tê darizandin. Danişîna dozê duh li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Parêzer, malbat û rêveberên HDP’ê beşdarî danişînê bûn û Bakirhan jî bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tev li danişînê bû.
Dozger di mutalaya xwe ya esas de xwest ji ber sûcdariyê di dosyeyê de bê cezakirin. Bakirhan li dijî vê parastina xwe kir û destnîşan kir ku demek dirêje ew siyasetê dike û sûcê xistine stûyê wî red kir û berdan û berata xwe daxwaz kir.
Parêzerên Bakirhan jî anîn ziman ku sûcdarkirina miwekîlên wan bê hiqûqiye û xwestin miwekîlên wan bê beratkirin.
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê navberek kurt da danişînê û pişt re heyetê ji sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh û ji “propaganda rêxistinê” jî salek û 3 meh û 15 roj cezayê hepsê li Bakirhan birî.
‘CEZA NEHEQÎ Û SIYASÎ YE’
Parêzerê Bakirhan, Mesût Beştaş jî diyar kir ku miwekîlê wî ji ber temînkirina maşîneyên cenazeyan, tev li bûna merasîma cenazeyan, daxuyaniyên çapemeniyê û pêşwazîkirina rêveberên navenda giştî ya partiya xwe kiriye tê cezakirin û ev bûyerên bi vî rengî heta îro nebûye mijara darizandinê. Beştaş got ku van dosyeyan anîne cem hev û xwestine bikin mijara sûcdariyê. Beştaş diyar kir ku cezakirin ne heqiye û dadgeh bêyî tiştekî lêkolîn bike beyanên emniyetê esas girtine. Beştaş da zanîn ku daxwaza wan a lêkolînkirina beyanên emniyetê ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin û biryara ji bo miwekîlê wî hat dayîn biryarek siyasî ye.