RIHA -12 kesên li Pirsûsê hatibûn binçavkirin, 10 roj şûnde hatin berdan.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê, di serdegirtina malan a 27’ê Hezîran de 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji 12 kesên Selamî Altay, Reşat Yildiz, Mustafa Emek, Ziya Kaplan, Hacî Dînçer, Abdulkadîr Baz, Avnî Gokkan û Musa Tîmuçîn dinavê de, 2 jê piştî lêpirsîna polîsan hatin ber dan û 10 kes jî sewqî Edliya Riha hatin kirin. Dozger piştî îfadeya 10 kesan girt, 8 jê berdan û 2 jî bi dawaza şertê kontrola edlî sewqî dadgeha lêpirsînê kirin. Dadgeha Lêpirsînê îfade 2 kesan girt û bi şertê kontreola edlî serbest berdan.
Kesên hatin berdan, diyar kirin ku 19 kes hîna li Salona Sporê ya Lîsê ya Sabîha Ozlek a navenda Rihayê tên girtin.