MÊRDÎN – Şaredariya Nisêbînê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, Bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 kesên di Newroza 1992'yan de hatin kuştin hat çêkirin rûxand û li şûna wê qûleya saetê bi cih kir.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin, di dawiya meha Adarê de Bîrdariya Newrozê ku ji bo bîranîna 16 kesên di dema pîrozbahiya Newroza 1992'yan de hatin kuştin hat çêkirin rûxandibû. Qeyûm li şûna vê birdariya ku li Taxa Devrîmê ye qûleyeke saetê bi cih kir.
Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin berê jî, li gelek bîrdarî rûxandibûn û li şûna wan qûleyên saetan bi cih kiribûn.
Hin bîrdariyên ku qeyûman rûxandine ev in:
" * Li navçeya navendî Peyas a Amedê qeyûm di 8'ê Çileya 2018'an de Bîrdariya Roboskiyê ya li Parka Rojavayê rakir.
* Li Cizîrê qeyûm di 25'ê Sibata 2017'an de bîrdariya ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rakir.
* Qeyûmê tayînî Şaredariya yenîşehîrê hat kirin, bîrdariyên ku dîroka kurd vedibêjin û di sala 2012'an de li Parka Merwanî hatin çêkirin, di 30'yê Adara 2017'an de rakir.
* Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê qeyûm di 25'ê Hezîrana 2017'an de peykerê ramanwer û fîlozofê kurd Ehmedê Xanî rûxand.
* Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîra Amedê di 2'yê Cotmeha 2017'an de tabelaya parka li ser navê nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn rakir û bîrdariya ku li ser sirûda "Hilbe Agirî" li ser nivîsandî rakir.
* Qeyûm peykerên "Lamassûs" ên mîtolojiya asûriyan ku li pêşiya Şaredariya Mezin a Amedê bûn rakir.
* Li Amedê êrîşî bustê helbestvan Ahmed Arîf ku li Sûra Amedê bû kirin. Bust hat rakirin.
* Qeyûm peykerê Ûgûr Kaymazê ku di 12'ê Mijdara 2004'an de li ber deriyê mala xwe tevî bavê xwe hat kuştin rakir û li şûna wê qûleya saetan bi cih kir.
* Di 20'ê Sibata 2018'an de qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, bîrdariya li ser bîranîna Ûgûr Kaymaz hat çêkirin rakir."