STENBOL - Endama Kolektîfa Dort Ayakli Şehîr Mîne Yildirim, destnîşan kir ku sedema zêdebûna şideta li hemberî heywanan ji ber gurkirina zimanê şidetê ya ji aliyê îktîdarê ve krîza civakiyî ye. Yildirim got: "Di serdemeke ku tecawiz zêde dibin de şideta li hemberî heywanan jî zêde dibe. Ev yek ne tesaduf e."
Qanûna Jimare 5199'an a Mafên heywanan ji bo heywana bi awayekî rihet bijîn û li hemberî eziyeta ku li heywanan tê kirin hat derxistin. Di vê qanûnê de tiştên ku li heywanên "bêxwedî" tên kirin wekî "qebehetê" tê nirxandin. Di vê qanûnê de kesê ku eziyetê li heywanê bike di biniya 2 salan de ceza lê tê birîn. Her wiha di qanûnê de tê diyarkirin ku ev ceza dikare bê taloqkirin an jî dikarin veguherînin cezayê pereyî.
Endama Kolektîfa Dort Ayakli Şehîr Mîne Yildirim, destnîşan kir ku bi zêdebûna krîza civakiyî binpêkirinên mafan jî zêde dibin û ev yek herî zêde bandorê li heywanan, zarok û astengdaran dike. Yildirim, bilêv kir ku îktîdara siyasî zimanê şidetê gur dike û got: "Ji aliyê gelek pêkhateyên çapemeniyê vê zimanê şidetê tê gurkirin. Di serdemeke ku tecawiz zêde dibin de şideta li hemberî heywanan jî zêde dibe. Ev yek ne tesaduf e."
Yildirim destnîşan kir ku şideta li heywanan tê kirin tenê ne meseleyeke psîkopatolojîk e û got: "Nemaze jî di çend mehên dawî de şideta li hemberî heywanan zêde bû. Piraniya van tiştên tirsnak bi awayekî aqilane hatine plankirin û pêk tên. Ev tiştên tên kirin nîşan dide ku ne tiştên ewil û dawî ne û kesê ku ev kirine berê jî kirine. Li Sapancayê lingên kûçikekî hatin jêkirin û ev yek nîşan dide ku bi hostetiya cerahiyî hema bêje hatine jêkirin. Bêhêzî, lêgerîna li hêzê, tehekumkirin û zilmkirin bi çewisandina civakiyî tên kirin. Li Tirkiyeyê zimanê siyasetê zimanekî muhafazakar e û her diçe bêtir dibe zimanekî çewisîner û ji ber vê ye ku ev tişt li heywanan tê kirin."
Yildirim anî ziman ku Qanûna Jimare 5199'an a Parastina Mafên Heywanan ji bo astengkirina sûc lawaz e û got: "Mesela kesekî ku tecawizî heywanan dike bi dayîna 3 hezar lîre pere ji dadgehê derdikeve. Ev ceza li qeyda sabiqeyî nayê barkirin. Qanûn tên sepandin lê belê qanûn sûcê li hemberî heywanan tê kirin wekî 'sûc' nahesibîne."
MA / Melike Ceyhan