Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin

  • rojane
  • 10:25 8 Cotmeh 2025
  • |

AMED - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî mitînga ku dê ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê were lidarxistin bang kirin û xwestin her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibe.  

 
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kiribû, dê li Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” meşê li dar bixe. Meş, dê di 9’ê Cotmehê roja înê saet di 16.30’ê de li Qada Şêx Seîd dest pê bike û heta Balikçilarbaşiyê bidome. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Ahmet Dogan û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Abbas Şahîn diyar kirin ku komplo bi ser neketiye. 
 
Ahmet Dogan, diyar kir ku bi komployê re dihat armanckirin ku gelê Kurd were tunekirin û got: “Pergala kapîtalîst, di çarçoveya armanca dîzaynkirina Rojhilata Navîn de li dijî birêz Ocalan komplo kir. Birêz Ocalan ev 26 sal in di tecrîdê de ye û ev komplo vala derxist. Dema îro em li Rojhilata Navîn dinêrin, dibînin ku xelasiya gelan di paradîgmaya birêz Ocalan de ye. Em li dora vê paradîgmayê bibin yek û têkoşînê mezin bikin. Bi tevlibûneke xurt a meşê re em bersivê bidin vê komployê. Bi beşdariya ciwan, jin, pîr û kalan divê hemû Kurd tev li meşê bibe û komployê protesto bikin. Tevlibûneke xurt hem dê tecrîdê bişikîne hem jî ji bo azadiya birêz Ocalan girîng e. Em banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe dikin.” 
 
BAL KIŞAND SER KOMARA DEMOKRATÎK  
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got: “Armanca komploya 9’ê Cotmehê ew bû ku modernîteya kapîtalîst dixwest hebûna xwe bidomîne. Lêbelê birêz Ocalan di van 26 salan de tevî tecrîdê jî hîn xurtir derket. Armanca tecrîdê ew e ku têkiliya di navbera birêz Ocalan û gel de qut bike. Lêbelê têkiliya di navbera birêz Ocalan û gelê Kurd de hêj xurtir bû. Di demeke ku civak bi zîhniyeta netewe dewletê jehrî bûyî de birêz Ocalan pêvajoyeke ku gel bikarin bi hev re bijîn da destpêkirin. Di pêvajoya ji bo avakirina Komara Demokratîk hatiye destpêkirin de gelê Kurd bibiryar e û tiştên pêwîst dike. Rêya jiyaneke demokratîk û azad, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em banga tevlibûna meşê li tevahiya gelê xwe dikin.”    
 
 

Sernavên din

12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN