* Piştî ku zêdebûna enflasyonê jî li fiyetên zexîreyan zêde bû, hema bêje bazar vala bûn. Esnafan anî ziman ku mişteriyên tên bazarê ji ber fiyetan ne kêfxweş in û gotin: "Êdî bazar ne bazara berê ye."
* Pirtûkên ku ji derve ji girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê re tên şandin, nadin girtiyan. Hat îdiakirin ku pirtûkên ku girtî dixwazin, îdareya girtîgehê bi fiyetekî du qat zêdetir didin girtiyan.
* Endama Kolektîfa Dort Ayakli Şehîr Mîne Yildirim, destnîşan kir ku sedema zêdebûna şideta li hemberî heywanan ji ber gurkirina zimanê şidetê ya ji aliyê îktîdarê ve krîza civakiyî ye. Yildirim got: "Di serdemeke ku tecawiz zêde dibin de şideta li hemberî heywanan jî zêde dibe. Ev yek ne tesaduf e."
* Derûnas Belgîn Ustun Gullu diyar kir ku ji bo zarokên ku tên îstismarkirin nêzîkatiyeke hesas nayê nîşandan û got: "Divê dê û bav li pişt zarokên xwe bin." Derûnas Ûmût Tarhan jî, destnîşan kir ku divê çareseriyeke mayinde û civakiyî bê peydakirin.
* Seroka Komîsyona Şopandina Mafên Zarokan û Jinan a CHP'ê Candan Yuceer destnîşan kir ku dewlet di warê mijara îstismarkirina zarokan de hewl dide civakê di nav nîqaşên darvekirin û xesandinê de bifetisîne. Yuceer got: "Eger îktîdar bibêje darvekirin, nexwe neyta wê nebaş e."
* Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin duh li Enqere hat dîtin. Prz. Ruken Gulagaci, diyar kir ku doza hatiye vekirin tenê ji fezlekeyên ku polîsan amade kiriye pêk tê. Gulagacî, anî ziman ku Yuksekdag, ji ber axaftinên xwe wekî rêveberî û endamtiya rêxistinê tê darizandin û ev yek nayê qebûlkirin.
* Şaredariya Nisêbînê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, Bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 kesên di Newroza 1992'yan de hatin kuştin hat çêkirin rûxand û li şûna wê qûleya saetê bi cih kir.
* Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, ji bo “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dê çalakiya rûniştinê ya 491’emîn a heftane li avahiya komelê pêk bîne. (12.00)
* Dayîkên Şemiyê, bi daxwaza winda bên dîtin û faîl bên darizandin, dê cara 693’yemîn li Qada Galatasariyê li hev kom bibin. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” çalakiya heftane ya 438’emîn dê li ber Avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê li dar bixe û aqûbeta girtiyên nexweş bipirse. (13.00)
* Li Qada Galatasarayê, di çalakiya “Rûniştina F” a 328’emîn de dê balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweş Yaşar Erîş. (13.30)
* Parastina Jinê, bi armanca “Bi dervekirin û xesandinê nabe, ji bo başiya zarokan em qanûnên nû dixwazin” dê li Qada Beşîktaş Kartalê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.30)