ENQERE - Akademisyen Nuriye Gulmen ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin û paşê bi daxwaza "ez karê xwe dixwazim" dest bi greva birçîbûnê kiribû 324 rojan di gerav birçîbûnê de mabû hat binçavkirin.
Akademisyen Nuriye Gulmen ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin û paşê bi daxwaza "ez karê xwe dixwazim" tevî mamoste Semîh Ozakça li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi gerav birçîbûnê kir û 324 roja di grevê de ma hat binçavkirin.
Gulmen li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hatiye binçavkirin. Gulemnê got: "Hat gotin ku derbarê te de biryara lêgerînê heye û ji belko'yê hatim daxistin. Min dibin qereqolê."
Her wiha Buroya Hiqûqê ya Gel jî li ser hesabê xwe yê Twitterê de got: "Muwekîla me Nûriye Gulmen li derketina balafirgeha Enqereyê ji wesayîta serwîsê hat daxistin û hat binçavkirin."