ÇEWLIG - Li Kanîreşê cerdevanek, ji ber meseleya danûstendinê 4 kes birîndar kir. Hat hînbûn ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan baş e.
Li navçeya Kanîreş a Çewligê, piştî nimêja înê du malbat ji ber meseleya danûstendinê bi çekan pev ketin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, cerdevanekî ku navê wî nehat hînbûn bi çekê 4 kes birîndar kirin. Hat hînbûn ku piştî bûyerê cerdevan ji cihê bûyerê çûye.
Piştî bûyerê, gelek polîs hatin cihê bûyerê Kesên birîndar bi ambulansa hat cihê bûyerê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê û ji wir jî sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin kirin. Hat hînbûn ku rewşa kesên birîndar baş e.
Nehat hînbûn ka cerdevanê bi çekê êrîş kir hatiye girtin an na, lê belê dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.