ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay li Meclîsê qeyda xwe çêkir û bi îşareta serkeftinê poz da rojnamegeran. Atay da zanîn ku wan beriya Meclîsê jî têkoşîn dikir û got: “Li Tirkiyeyê rojek jî rewşa ruhê min neguherî.”
Parlamenterê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay ji bo qeydê çû Meclîsê û qeydiya xwe çêkir. Atay dema qeyda xwe çêdikir bi îşaretên serkeftinê poz da rojnamegeran. Rojnamegeran hestên Atay jê pirsî. Atay jî bersivand û got: “Li Tirkiyeyê rojek jî rewşa ruhê min neguherî. Ev demek dirêj bû me li kolanê têkoşîna xwe didomand. Niha jî em ê vê têkoşînê bibin Meclîsê. Ez hêvîdarim wê ji bo hemûyan baş derbas bibe. Ez ji bo we jî rojên azad dixwazim. Ez hêvîdarim em ê di rojên xweş de tiştên xweş biaxivin.”