AMED – Baroya Amedê ji bo ditina kujerên Tahîr Elçî û lêpirsînek leztir di hefteya 132’yemîn de çalakiya xwe dewam kir û got ku heta kujer bên dîtin dê têkoşîna xwe dewam bikin.
Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsîna bûyerê bi lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 132’yemîn de li ber Edliya Amedê çalakiya xwe domand. Gelek parêzer tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Sektereterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û bibîr xist ku ev 132 hefteye ji bo Tahîr Elçî edaletê dixwazin. Bati sersariya rayedar û saziyên dewletê rexne kir û xwest demildest kujer bên dîtin û lêpirsînek bi lez bê destpêkirin Bati got ku heta kujer derkevin holê û bûyer ronî bibe dê çalakiya xwe dewam bikin.
Piştî daxuyaniyê parêzeran çalakiya rûniştinê li dar xist.