AMED – Li Amedê Hîko (Hîkmet Ulucan) ê fenomenê medya civakî ku astengdarê zîhnî ye ji aliyê hin kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kêrkirin û ew terkî mirinê kirin.
Hîkmet Ulucan ê fenomenê medya civakî ku astengdarê zîhnî ku li kolanên Amedê dijî û di nav gel de Hîko jê re tê gotin duh bi şev li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliyê kes ango kesên nasneme ne diyar ve hat kêrkirin. Ser û çavên Hîko reş û şîn kirin û şopa birînan xuya dike. Hîko yê rastî êrîşê hat terkî mirinê hat kirin. Hîko ji aliyê hin welatiyan ve rakirin nexweşxaneyê û ew derman kirin. Piştî dermankirinê Hîko ji nexweşxneyê derxistin.