STENBOL - Şaredariya Buyukçekmece ya Stenbolê li taxa Turkoba, bi hinceta av, ceyran û xaza xwezayî ya wan qaçax e, xaniyên wan xera kirin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Bi xerakirina xaniyên me re heviyên me jî xera kirin.
Şaredariya Buyukçekmece ya Stenbolê, li taxa Turkoba bi hinceta av, ceyran û xaza xwezayî qaçax e xaniyê 13 welatiyan xerakirin. Yekîneyên şaredariyê bi hevkariya polîsan bi kepçeyan di 3'ê Tîrmehê de xaniyê welatiyan xera kir. Welatiyan bertek nîşanî xerakirina xaniyan dan, rastî lêdana polîs û zabiteyan hatin. Di bûyerê de 17 kesên bi hinceta 'li dijî peywirdarê cemaweriyê derketine' hatibûn binçavkirin di heman rojê de hatin berdan.
EM FATOREYÊ DIDIN ÇAWA QAÇAX DIBE?
Welatiyê 39 salî Ahmet Kartal, bertek nîşanî xerakirinê da û diyar kir ku 15 salin li vê taxê dijî û wiha got: "Em hem fatoreyên av û ceyranê didin û hem jî me bi derfetên xwe xaniyên xwe ava kirine. Heta niha me fatûreya hemû ceyran, av û xazê da. Em baca xwe didin. Niha jî tê xaniyên me xera dikin. Me li ser zeviyên xwe yên bi tapû xanî ava kirin. Dibêjin qaçax e, lê ev ne rast e. Xaniyên me ne qaçax in.
EM SÛCDAR BIN DEWLET HEZAR CARÎ SÛCDAR E
Welatî Abdullah Dag jî bertek nîşan da û got: "Keda me bi darbeyên kepçeyêser û bin bû. Ev ne karê mirovan e. Taxa ku em lê dijîn 35 sal berê hat avakirin. 35 salin mirovan bi ked û hêza xwe xanî ava kirin. Ger ku qaçax be çima dewletê berê destûr da. Ger ku em sûcdar in, dewlet hezar car sûcdar e. 5 salan min nexwar û venexwar. 5 salan nerazam, Ez çûm li Iraq, Erebîstana Siûdî xebitîm û hatim min ev xanî ava kir. Lê şaredariya Buyukçekmece û Şaredariya Bajarê mezin a Stenbolê bûn yek û xaniyê me bi ser me de xera kirin. Hevsera Abdullah Arzu Dag jî ji bertek nîşan da û got: "Ez dê dîsa li vir bi perekêta xanî ava bikim û naçim. Di dimek nêzîk de kurê min dê biçe lmeşkeriyê. Ez dê di vê rewşê de çawa kurê xwe bişînim leşkeriyê. Li aliyekî dewlet tê li min dide û xaniyê min xera dike. Ji min re dibêje ‘terörist’ Ez dê çawa kurê xwe bişînim leşkeriyê.
Ger dixwazin bila bên min û kirê min di malê de bikujin. Hem xaniyê min û hem jî heviyê min xera kirin.
MA / Muhammet Dogru