Temellî: Erdogan dê hin bêtir serî li zextan bide

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser aboriyê û got: “Rejîma Erdogan civakê feqîr dike û xwe li ser piya digire. Rejîma wî ji îro pê ve dê bêtir serî li zextan bide.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê civînên xwe dewam dike. HDP’ê li navenda xwe ya giştî civîna xwe bi hevserokên bajaran re dewam kir. Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî hat lidarxistin û li ser pêvjoya pêşiya me nîqaş hatin kirin. 
 
‘BEND HILWEŞIYA’ 
 
Beriya civînê Temellî daxuyanî da û bibîr xist ku wan hilbijartina 24’ê Hezîranê li pey xwe hişt û got: “Kurtasiya mijara hilbijartinê tevî hemû astengî û zextan jî HDP li parlamentoyê ye. Gelan got bê HDP nabe û bendan hilweşand.” 
 
‘EV TABLO NE LI GORÎ DILÊ TU KESÎ YE’ 
 
Temellî diyar kir ku hilbijartin di bin siyas OHAL’ê de pêk hat û wiha got: “Em di bin zext û zordariya OHAL’ê de çûn hilbijartinê. Tabloya herî bi êş jî li Pirsûsê qewimî. Sê mirov li Pirsûsê hatin qetilkirin, lê kesek nehat binçavkirin. Dozger dibêjin ku lêpirsîn didome lê bes heta niha sûcdarek nehatiye girtin. Her tişt li ber çavê her kesî pêk hat. Sûcdar jî pir aşkere ne, lê ser bûyerê digirin. Wezîrê Karê Hundir jî li holê ne. Ji bo ji nû ve bibe wezîr gefan li hemû beşên civakê dixwe û gefên wî didomin. Dixwaze bi gefan cihê xwe qewîn bike. Li şûna wezîr sûcdaran derxe holê, lê xebatên xwe yên wezîriyê veguherand xebatên hilbijartinê. Em di van şertan de ji atmosfera hilbijartinê derketin. Tenê ne zext dek û dolabên wan jî di dewrê de bûn. Encama vê tabloyê ne bi dilê kesî ye. Encamên li Colemêrg û Şirnexê ku bi bandora garnîzonê derketin holê hemû tiştî bi zelalî datîne ber çavan.” 
 
‘PERGALA SEROKOMARIYÊ PÊŞIYA AŞTIYÊ DIGIRE’ 
 
Temellî anî ziman ku ev serdema pêşiya wan dê HDP hin bêtir xûrt bibe û wiha dewam kir: “Em ê bêtir têkoşîna demokrasiyê bidin. Wê têkoşîna me hem li parlamento û hem jî li derveyî parlamentoyê bidome. Em ê bi her awayî li dijî feraseta desthilatdariyê ya OHAL’ê derkevin. Heta OHAL û KHK rabin û pergala parlamenteriyê ya demokratîk pêk bê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Di her warî de heta demokrasî bê avakirin dê ev rêwîtiya me dewam bike. Pergala Serokomariyê ya li Tirkiyeyê derket holê pêşiya aştî û demokrasiyê digire. Wa tabloya aboriyê li ber çavan e. Reqamên enflasyonê welat ber bi ku ve dibin xuya ye. Rejîma Erdogan civakê feqîr dike û xwe li ser piya digire. Rejîma wî ji îro pê ve dê bêtir serî li zextan bide.”   
 
Temellî destnîşan kir ku kirîza civakî ku niha diqewime pêşî li mexdûriyetê vedike û desthilatdarî dixwaze vê yekê bi tundî û zextan pêşî lê vebike. Temellî da zanîn ku ne pêkane bi cezakirina sûcdar pêşî li kirîza civakê bê girtin. 
 
‘LI SÛC NAPIRSIN DARVEKIRINÊ TÎNIN ROJEVÊ’ 
 
Temellî bal kişand ser hilbijartinên herêmî ya ku ketiye rojevê û heke hilbijartinek pêşwext pêk were jî hemû amadekariyên rêxistina wan bi lezgînî dê temam bibin. Temellî li ser pirsên rojnamegeran bal kişand ser cezayê darvekirinê û got: “Em li dijî darvekirinê ne. Em ê li dij derkevin jî. Mijara zarokan me hemûyan xemgîn dike. Travmayek civakî diafirîne. Em dixwazin wezareta zarokan bê avakirin. Ji bo sûcê li dijî zarokan tiştek nayê kirin, lê darvekirinê tînin rojevê. Li welatên ku cezayê darvekirinê lê heye, rêjeya sûc danekeve.” 

Sernavên din

07/07/2018
10:19 3 xwendekarên di merasîma mezûniyetê de pankart vekirin, hatin binçavkirin
10:04 23 kes li Dîlokê hatin berdan
09:53 'Li dijî tundiya li ser jinê divê Dîwana Edalet û Heqîqetê bê avakirin’
09:45 ‘Qedexeya’ li Talatê rabû
09:40 Cezayê ‘wêne kişandinê’ yê Leyla Guven hat betalkirin
09:13 ‘Di doza Yuksekdag de tenê fezlekeya polîsan heye'
09:12 Li Nisêbînê qeyûm li şûna Bîrdariya Newrozê qûleya saetan bi cih kir
09:12 Yuceer a CHP'î: Eger îktîdar bibêje darvekirin, nexwe neyta wê xerab e
09:11 Derûnas Gullu: Ji bo zarokên tên îstismarkirin nêzîkatiyeke hesas divê
09:10 ‘Zimanê şidetê yê îktîdarê îşkenceya li heywanan tê kirin zêde dike'
09:10 'Îdareya girtîgehê fiyetên pirtûkan dike du qat û difiroşe girtiyan'
09:09 Esnaf: Êdî bazar ne bazara berê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2018'AN
06/07/2018
21:20 Nûriye Gulmen hat binçavkirin
20:38 Cerdevanekî 4 kes birîndar kirin
19:35 SÎHA'yek li peravê ket
18:35 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:10 Atay: Li Tirkiyeyê rojek jî rewşa ruhê min neguherî
15:26 132 hefteye Baroya Amedê li kujerên Tahîr Elçî digere
15:22 Serokê TTB’ê Adiyaman: Darvekirin û xesandin ne çareserî ye
14:49 Şewata daristanê ya li Licê didome
14:16 Hevşaredara Lîcê Zugurlî hat berdan
14:15 Astengdarê zîhnî Hîko yê fenomen kêr kirin
14:10 KESK: Di navbera enflasyona fermî û enflasyona kolanan de çiya hene
12:43 Şaredariyê bi sedema ceyran û av qaçax e xaniyên welatiyan xera kirin
12:22 Danişîna Yuksekdag taloq kirin
12:13 Temellî: Erdogan dê hin bêtir serî li zextan bide
12:05 'Dema îdam hebû jî bersûcên îstîsmarê nehatin cezakirin'
11:49 Bêyî ku anestezî bikin emeliyat kirin
11:44 'Li Minbincê meclîsa gelan a leşkerî û sivîl heye'
10:51 Kana keviran dibe sedema mirina sewalên gundiyan
10:38 Bav û du keçên xwe xeniqîn
10:05 Li Talatê ‘qedexe’ hat îlankirin
10:05 Ji bo nobedarê Edaletê lêpirsîna Efrînê vekirin
09:40 Meclîsa Jinan a HDP’ê di 9’ê Tîrmehê de kom dibe
09:37 Bav û kurê hatin kuştin hatin definkirin
09:19 ‘Li Pey Siya Xwe’ dimeşin
09:16 Li Silopiyayê di kela germa havînê de ceryan qut kirin
09:16 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Orûçê bang kirin
09:15 Bertek nîşanî Barzanî da: Yekîtî hebûna, kurdan hêvî ji dîktatoran ne dikirin
09:15 Li bazarê 10 kes li fiyetan dipirsin kesek dikire
09:14 Yolerî: Divê derfetên ji bo Çakici, ji bo hemû girtiyên nexweş jî bên avakirin
09:14 'Cîhaneke bê muzîk dişibe bedeneke bê can'
09:13 Parêzer Kûnt: Dixwazin darvekirinê ji bo girtiyên siyasî bînin
09:07 'Ji ber ku karker bi wesayîtên derî kontrolê tên guhastin qeza çêdibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2018'AN
05/07/2018
23:07 Li Nisêbînê operasyona leşkerî dest pê kir
21:25 Di navbera Amed-Çewligê de li gelek deveran agir bi daristanan ket
19:00 Roboskiyî: Ji bo hemû zarokan em doza edaletê dikin
17:23 Buldan: Sala bihûrî ya qanûnçêkirin tabloya şermê bû
16:53 Li Dersimê projeya madene hat betalkirin
16:19 Axtamara: Dawî li îstîsmarkirin û tundiya li ser zarokan bînin
16:05 Bav û kur ên winda kuştî hatin dîtin
15:45 Derya Gul a 11 roj berê winda bû hat dîtin
15:32 ÎHD: Li girtîgehan dest ji pêkanînên şikandina rûmetê berdin
15:18 ‘Kartol hene lê bazar û kirîn nîne’
14:00 Erdogan mala bi kirê nîşan dabû wekî milkê xwe qeyd kir
13:46 Li Cizîrê 20 kes hatin binçavkirin
13:15 TJA: Saziyen zarokan ên hatin girtin divê bi lez bên vekirin.
13:04 Îtîraza ji bo Leyla Guven hat redkirin
12:59 Di hezîranê de 149 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:43 Bi KHK'ya dawî OHAL mayinde û bi bondar dikin
12:42 Parêzerên Ocalan cara 769’emîn serî li dozgeriyê dan
12:27 Danişîna Sadak taloq bû
11:48 Zarokê 15 salî yê winda hat dîtin
11:31 Di meşa Minbicê de teqîn
11:07 ‘Li dijî rejîma nû em ê hin bêtir têbikoşin’
10:43 Li Denîzliyê ciwanek astengdarê zîhnî winda bû
10:31 Encamên teqez ên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:09 Parlamenterê HDP'ê Baş: Dê hêza kolanê bandorê li ser meclîsê bike
10:08 Rojnameya Haberturkê bi ‘Çapa Dawî’ xatir xwest ,
10:01 Bi nebatên Dersimê kozmetîka xwezayî hildiberîn e
09:49 Yusuf ê winda di dîmenan de hat teşhîskirin
09:14 Dadgeha îstinafê ji bo meş, civîn û xwepêşandanan biryareke emsal da
09:10 Rojnameger Guneş dê di 7'ê Tebaxê de derkeve dadgehê
09:09 ‘Divê jin xwe bi mêr ve girênedin'
09:08 Aborîzan Muftuoglû: Dibe ku si sektora zexîreyî de pirsgirêkên giran rû bidin
09:08 Çûyîna zozanan ji çûyîna welatekî zehmetir e
09:07 Hêj têkildarî wesayîta 3 sal berê hatibû guleberankirin lêkolîn tune
09:06 Daristana li Xoçvanê bi temamî zer bû!
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2018'AN
04/07/2018
17:58 Di 9 salên dawî de ji bo 104 hezar windayan serlêdan kirin
17:44 ÎHD: Ji bo zarokan divê mekanizmaya çalak bê avakirin
17:25 Komeleya Psikiyatriya Tirkiye: Tundî rê li pêş tundiyê nagire
17:14 Fermandarê OSO hate kuştin
15:13 Li Cizîrê encama hilbijartinê birayê Serokê AKP’î hêrs kir
14:22 Parlamentera HDP'ê Ertan: Gunehê zarokên me di stiyê AKP'ê de ye
13:44 ‘Di hezîranê de 39 jin hatin kuştin'
13:13 Tevî mikur hatin jî, 27 salin lêpirsîna Vedat Aydin pêş neketiye
12:16 Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê tev li kampanya ‘Freedom for Ocalan’ bû
12:03 Kurê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin
11:39 Parêzerê Penahî: Hesasiyata gel çêbû, lê rîska îdamê didome
11:17 Ji ber qedexeyan kîraya zozanan duqat zêde bû
10:12 ÎRA: AA û TRT wekî bertevka AKP'ê weşan kir
10:00 Li Şirnexê 4 herêm hatin qedexekirin
09:56 Karkerê Sûriyeyî li Edeneyê jiyana xwe ij dest da
09:12 Parlementerê HDP'î Ozguneş ji bo îdiaya 'bi çekê êrîşî şaredarên AKP'î kirin' got 'senaryo' ye
09:11 Şêniyên Taxa Ûzûndereyê li hemberî JES'ê têdikoşin
09:10 Çîçek: Girtîgeha nîşan didin ku îktîdar bûye xerîbê xwezaya civakê
09:10 ‘HDP hişt ku jin polîtîk bibin'