ENQERE - Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsusê Cemîl Îvrendî yê 56 salî, di nameya şand de wiha got: “Ez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê kirim. Bijîşk bêyî ku anestezî bikin ez emeliyat kirim.”
Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsusê-Mêrsînê Cemîl Îvrendî yê 56 salî, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û di pêvajoya tedawiyê de rastî nêzîkatiyên hatin, di nameya ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê re şand de, vegot. Îvrendi, diyar kir ku ji sala 1994’an ve girtiye û dinava van çenda salan de 15 caran sîrgûnê girtîhenên cuda hatiye kirin.
Îvrendî, di nameya şand de wiha got: “Di sala 2002’an de gava ez li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bûm, teşhîsa nexweşiya dil ji bo min hat danîn. Ez sewqî Fakulteya Tîpa Dîcle ya Amedê kirim û li vir jî ji bo min gotin ‘devika damarên dilê te îflas kiriye.’ Ji wê rojê û vir ve ez dermanên ‘Coumadin 5 mg’ vedixwim. Ev derman xwînê dike weke avê. Divê mehê carekê biçim nexweşxanê, ji bo tehlîlan xwînê bidim û di encama vê yekê de bijîşkan cardin dozaja dermanan zêdetir kirin.”
NEXWEŞIYÊN NÛ DERKETIN HOLÊ
Îvrendî, da zanîn ku nexweşiyên nû di bedena wî de derketine û wiha pê de çû: “Di Tîrmeha 2007’an de li ser kemaxa min ra rastê ‘anal fîstul’ çêbû. Dest pê kê werimî û dûre teqiya û tim xwîn jê hat. Wê demê bi zor û zehmetiyek mezin ez di Beşa Cerahê Giştî ya Nexweşxaneya Lêkolîna Azîziye ya Erziromê emeliyat kirim. Lê birîna min qet nehat girtin û tu faydeya emeliyatê li min nekir. Herî dawî min çareserî bi karanîna petê jinan de dît. Rojê 4- 5 caran min pet guhertin ji bo cilên min bi xwîn nebe. Ji ber ku min derman bikar dianî, hîn zêdetir xwîn ji birîna min dihat.”
‘BÊYÎ KU ANESTEZÎ BIKIN EMELIYAT KIRIN’
Îvrendî, diyar kir ku herî dawî sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin û wiha berdewam kir: “Birîna min di 18’ê Gualnê de cardin teqiya û ez rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Ez rastî muameleyek pir xerab hatim. Ez rastî rewşek pir xerab hatim. Bijîşk hat, bêyî ku çermê min anestezî bike jêkir. Bi sakî emeliyat kir. Hîna jî birîna min tê dermankirin.”
‘HÊDÎ HÊDÎ DIKOJIN’
Îvrendî, di dawiya nameya xwe de wiha got: “16 salin nexweşiya dil bi min re heye. Dibe ku krîza dil derbas bikim û bimirim. Rayedarên girtîgehê, pisporê çawîş û hemşire ev rewşa min îhmal kirin û rapora ‘Di vê dîrokê de me rakir nexweşxanê, tedawiya wî hat kirin û tu îhmal tuneye’ amade bikin. Raste ez birim nexweşxanê, lê ez tedawî nekirim. Ji 2 mehan zêdetire min serlêdana sûc kir, lê heya niha tu bersiv nedan min û ewlekariya can tuneye. Min îdîa kiribû ku ez terkî mirinê kirime. Lê ev ne dixema, Serdozgeriya Komarê û Wezaretê deye. Ez dikirim ji bo vê rewşê bêjim, ev otenaziya pasif a mirovane. Ez otenaziya çalak û pratîk hezar caran tercîh dikim. Qet nebe ezê di carekê de bimirim, lê ev rewş hêdî hêdî mirovan dikuşe.”