AMED – Li gundê Darê yê Çinarê têlên rêsayî ku li derdora kana keviran hatiye dorpêçkirin dibe sedema mirina sewalên gundiyan.
Li gundê Darê yê navçeya Çinarê ya Amedê payîza par şirketek taybet kana keviran vekiribû. Ev kana keviran xesarê dide derdorê. Kevirên gorên gundiyan jî hatibûn rakirin û li gund bûbû sedema rageşiy3e. Li derdora kana keviran têlên rêsayî her çiqas hatibin dorpêçkirin jî lê dibe sedema zerarek mezin. Şêniyek gund dîmenek kişand û di dîmen de tê xuyakirin ku têla rêsayî dibe sedema telefbûna sewalên walatiyan. Welatî di dîmen de berteka xwe ya li dijî kana keviran tîne ziman.