HATAY – Li navçeya Altinozu ya Hatayê bav û du keçên xwe yên ketin ava bendavê xeniqîn.
Li navçeya Altinozu ya Hatayê Mustafa Korkmaz li gola Bendava Yarselî winda bû. Keçên wî Safiye (15) û Emîne (12) Aslan ên ne helal xwestin bavê xwe rizgar bikin, lê bav û du keçên xwe di golê de xeniqîn. Ekîbên AFAD’ê û polîsan di encama lêgerînê de cenazeyên bav û du keçên wî dîtin. Cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê.