MÊRDÎN – Li gundê Talatê yê Nisêbînê û gundê Kovanli yê Mehsertê ku duh operasyona leşkerî lê hatibû destpêkirin, “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.
Li ser fermana Walîtiya Mêrdînê duh êvarê li gundê Talatê yê navçeya Nisêbînê û li gundê Kovanli yê navçeya Mehsertê yên Mêrdînê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Îro berdestî sibê walîtiyê li Talatê û Kovanli “qedexeya derketina derve” da îlankirin.
Hat zanîn ku dê “qedexe” heta ferman duyemîn dewam bik.
Li Talatê ji duh ve têketin û derketina gund bi maşîneyên zirxî hatiye girtin. Welatiyên herêmê ragihandin duh êvarê piştî operasyon hatiye destpêkirin dem bi deman dengê çekan jî li herêma operasyonê bilind bûye.