STENBOL - Der barê parêzer û nûnerên rêxistinên demokratîk jî di navde 14 kesên di Nobeta Edaletê piştgirî dan daxuyaniya TTB’ê ya li dijî operasyonên Efrînê, lêpirsîna Efrînê hat vekirin.
Gelek parêzer, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên civakî her hefte li ber Edliyeya Stenbolê roja pencşemê çalakiya "Nobeta Edaletê pêk tînin. Der barê 14 kesên ku parêzer û nûnerên rêxistinên demokratîk jî di navde di Nobeta Edaletê piştgirî dan daxuyaniya TTB’ê ya li dijî operasyonên Efrînê ya "Şer pirsgirêka civakî ye" lêpirsîna Efrînê hat vekirin. Ewil der barê Prz. Kemal Aytaç de doz hatibû vekirin. Di meha sibatê de der barê Aytaç de lêpirsîn hatibû vekirin û 5 meh şûnde lêpirsîn li 14 kesên din vekirin. Dozger, der barê Gokhan Yolasigmaz, Alp Selek, Bahri Bayram Belen, Bulent Utku, Mustafa Kemal Gungor, Sevin Şeker, Necdet Okcan, Vahît Gullupınar, Oya Ersoy, Onur Şahinkaya, Îlke Çandirbay, Serokê SODEV'ê Babur Atila, Endamê SODEV'ê Yılmaz Okçuoglu û Nivîskarê Cumhuriyetê Musa Kart lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku kesên lêpirsîn li wan hatin vekirin midûriyeta polîsan ji bo îfadeyê bang li wan kir.