ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê di 9’ê Tîrmehê de kom dibe. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê naveroka civînê de axivî û got: “Em ê di civînê de biryarên bilindkirina têkoşîn û teşhîr kirina polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan binirxînin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), piştî hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê yekem car dê di 9’ê Tîrmehê de kom bibe. Civîn dê li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk bê. Jin dê di civînê de encamên hilbijarrtinê binirxînin, planlameya dema nû, rê û rêbazên bilindkirina têkoşîna jinê diyar bikin.”
‘JINAN XEBATÊN HILBIJARTINÊ AKTÎF BI RÊVE BIRIN’
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di hemû qadan de jinan xebatên hilbijartinê aktîf bi rêve birin û wiha axivî: “Li her qadê, di hemû xebatên me bi rêve birin de jin dixwazin welatek demokratîk ava bibe. Jinan carek din nîşan da ku azadiya jinê jêvenegere û bi vê hesasiyetê bi awayek aktîf beşdarî xebatan bûn û xebat birêve birin.”
‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê YÊN DIJMINANTIYA JIN Û ZAROKAN’
Taşdemîr, anî ziman ku polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên dijminantiya jin û zarokan îro bi awayekê tundî li civakê belav û bûye û wiha got: “Îstîsmarên li dijî zarokan û tundiya li ser jinan ne tesadüfin. Sûcên civakî yên desthilatdariya AKP’ê afirandine. AKP polîtîkayên baviksalariyê mezin dike, nirxên jinantiyê û zarokan kêm dixe serdest dike. Bi Rewşa Awarte (OHAL) ê re saziyên ji bo jin û zarokan hatibûn vekirin, girtin. Jin û zarok bê piştevanî hatin.”
SERDEMA NÛ
Taşdemîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê di civîna xwe de li ser pêvajiya hilbijartinê, îstîsmar û tundiya li dijî zarokan bi axivin. Em ê di civînê de biryarên bilindkirina têkoşîn û teşhîr kirina polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan binirxînin. ”
PARLAMENTO
Taşdemîr di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Yek ji qadên têkoşîna jinan parlamentoye. Di demên derbas bûyî de jî, koma parlamentoyê ya me ya jinan bi awayekê aktîf têkoşîn bi rêve bir. Di dema nû de emê vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê rojeva jin û zarokan bibin Meclîsê. Ji bo veguhertina binyada desthilatdariya di Meclîsê de, emê xeta têkoşînek aktîf xêz bikin.”
MA / Bêrîvan Altan