STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, der barê hikumxwarê rêxistina sûc Alaattîn Çakici de ku ji bo serêdaran raporeke bêsînor ji bo wî hat dayîn axivî û got: "Ev derfeta ku ji bo Çakici hatiye peydakirin, divê ji bo hemû girtiyên nexweş jî bê peydakirin."
nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê ji bo serêdaran raporeke bêsînor da hikumxwarê rêxistina sûcî ya organîzeyî Alaattîn Çakici. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî vê rewşê nirxand. Yolerî, destnîşan kir ku li girtîgehan di ser 400'î re girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û di ser hezarî re jî girtiyên enxweş hene. Yolerî, anî ziman ku ew derfetên ku ji bo Çakici hatine peydakirin divê ji bo girtiyên nexweş ên din jî bên peydakirin.
Yolerî, bilêv kir ku mafê tedawîkirinê yê girtiyan tê astengkirin û got: "Sewqên ji bo nexweşxaneyê tên dayîn tên astengkirin. Li nexweşxaneyên kampusê yên di nav kampusan de bi kêr nayên, lê belê dîsa jî girtî bi zorê sewqî wan tên kirin. Gelek enxweşên ku divê ji ber rewşa tenduristiyê yên raporên wan hene divê bên berdan hene. Li girtîgehan bêyî refaqetvan girtiyên enxweş tên girtin. Loma li girtîgehan dema behsa tenduristiyê bê kirin divê di vî warî de bê nirxand."
‘GIRTÎ DERÎ CIVAKÊ TÊN HIŞTIN'
Yolerî, diyar kir ku di nêzîkatiya înfazê ya îktîdaran hemûyan de heman tişt heye û got: "Gelek mînakên ku em pê re rû bi rû mane hene; nemaze jî kesên hatine girtin wekî 'sûcdar' tên îlankirin û kesên ku hîn darizandina wan didome wekî ku hikumxwar bin nêzî wan dinin. Yanî pergaleke înfazê ya girtîgehê heye ku bi çavekî neyînî li girtiyan dinere û wan derî civakê dihêle heye. Her wiha di vê pergalê de girtiyên nexweş û tedawiya wan bi heman mantiqê tê astengkirin."
Yolerî bal kişand ser rewşa Alaattîn Çakici jî û diyar kir ku divê rapora ku ji bo wî hatiye dayîn bi awayekî berfireh bê nirxandin. Yolerî got: "Em behsa rapora ku dan Çakici û rastiya wê ya ku tê nîqaşkirin dikin. TTB'ê di vî warî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin rapor 'derî nrixandineke tibbî ye û kêm e û divê wekî rapor neyê nirxandin.' Yanî bi rastî jî ji bo Çakici cihêkarşî hat kirin û em li vira behsa feraseteke ku vê yekê li gorî awayî wê fesilandin dikin. Beriya hilbijartinê Serokê Giştî yê MHP'ê daxwaz kir ku Çakici bê berdan. Ev yek pêk nehat, lê ji bo vê cihêkariyeke wisa hat kirin."
‘DERFETÊN JI BO ÇAKICI TÊN PEYDAKIRIN JI BO GIRTIYÊN DIN NAYÊN PEYDAKIRIN'
Yolerî, diyar kir ku di rapora ku ji bo Çakici hatiye dayîn hatiye îdiakirin ku ji ber nexweş e hatiye dayîn. Yolerî, bilêv kir ku eger wisa be nexwe divê ev derfet ji bo girtiyên din jî bê dayîn û got: "Dema em di vê çarçoveyê de nêzî vê yekê bibin divê bêyî ku li nasnameya wî bê nerîn bê tedawîkirin. Yanî çi Çakici an jî çi kesekî din ne muhîm e. Divê ev derfetên ku cihêkariyê di xwe de nahebînin ji bo girtiyên din jî bên peydakirin. Lê belê ev derfeta ku ji bo Çakici hatiye peydakirin, divê ji bo hemû girtiyên nexweş jî bê peydakirin."