ENQERE - Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan ên li Herêma Anatolmiya navîn û di serî de bang li Wezîrê Dadê û hemû parazvanên mafên mirovan kirin ku peywira xwe pêk bînin. Çevîrmen xwest dest ji şikandina rûmeta mirovan berdin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora mafên mirovan ên li Girtîgeha Herêma Anatoliya Navîn ên meha Nîsan, Gulan û Hezîranê li komeleya xwe bi raya giştî re parve kir. Di civînê de endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, rapor xwend û diyar kir ku rapor ji geşedanên li Girtîgeha Tipa F a Bolu, Tîpa T a Dînarê, Tîpa 2-T a Bunyana Qeyseriyê, Tîpa F a Hacilar a Kirikkale, Girtîgehên Tîpa T ên Sincan û Tokat'ê yên Jinan pêk tên. Çevirmen, anî ziman ku wan rapor ji daneyên parêzer, balbat û endamên komîsyonê ku li girtîgehan hevdîtin pêk hatiye û nameyên ku girtiyan ji wan re şandine kom kirine û bi raya giştî re parve dikin.
REWŞA 3 MEHÊN GIRTÎGEHA TÎPA T Û F A BOLUYÊ:
*Girtî Abdulvahap Kavak ku pêwiste bê emeliyatkirin, nayê emeliyatkirin. Li gorî nexweşiya wî xwarin nayê dayîn. Nodulên di sala 2010'an de di qirika wî de çêbûne 7 sal şûnde agahdar bûne.
* Girtî Haci Ekincî 6 mehin nikare ji mafê xwe yê telefonê sûdê bistîne. Li ser wan tekmîlê ferz dikin. Dayika wî ya 70 salî bi tirkî nizane. Lê dîsa nav û paşnav dixwaze û piştre nûmarê.
* Girtî Nurullah Semo ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê, di Adarê de devê wî girtîn û bêyî destûr bidin cilê xwe biguhere ew birin Girtîgeha Bolu. Piştre ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Hemû alavên wî tev li hev kirine û zerar dane alavên wî û heqaret lê kirine. Roja din dîsa li pişt kamera li odeyê geriya ne û çêr kirine û lê dane. Ligel rastî lêdanê hatiye jî rapor nedanê.
* Girtiyan dereng dibin revîrê. Girtiyên rewşa wan giran bi rêk û pêk nayên dermankirin û kelepçe li ser wan ferz dikin.
*Rêveberiya girtîgehê serdegirtinên ji nişka ve zêde kiriye. Bi zorê û keyfî ji odeyekê dişînin odeyek din.
*Girtiyê nexweşê giran Mehmet Çelebi Çalan, li gel ku 2 meh berê bijîşk xwestiye ji bo kontrola prostatê lê hêj girtî nehatiye tedawîkirin.
* Piştî îlankirina OHAL'ê mafê girtiyan ên rojname, pirtûk û ragihandinê hatiye bi sînorkirin û ev maf ji destê wan tê girtin. Li şûna Radyo yên pêlê kin ku ji hemû cîhanê dikişînin, radyo yên FM dane wan. Tenê dikarin qanalê medya hawiz temaşe bikin. Êdî nikarin CNN û Fox Tv jî temaşe bikin.
*Mafê girtiyên ku rastî cezayê muebbetê hatine hatiye sînorkirin.
*Mafê ziyareta vekirî ji mehekê derxistine 2 mehan. Mafê telefonan hatiye sînorkirin û tekmîlê li ser malbatan ferz dikin.
*Mafê xebatên civakî û sohbeta 10 kesan hatiye sînorkirin.
*Di bin navê lêgerînê de mehê herî kêm 3 caran li odeyan digerin û hemû alavên wan tev li hev dikin.
*Hem malbatan di cîhaza X-Ray re derbas dikin û hem jî di lêgerîna tazî re derbas dikin.
* Xwarinê di lalikên plastîk ên ne hêjen de didin girtiyan.
* Girtiên mafên xwe dixwazin rastî cezayê dîsîplînê tên. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê kelepçeyê li ser wan ferz dikin.
* Dîsa nasnameya "Rêxistina Terorê" li ser wan ferz dikin.
*Li gel daxwazên girtiyên nexweş raporen tendurisityê nadin wan.
REWŞA GIRTÎGEHA TÎPA T A DÎNARÊ
*Radoyên girtiyan kom kirine. Girtî rastî cezayên dîsîplînê tên. Girtiyên nafên xwe xwestin rastî lêdan û derpê hatin. Girtî Havil Acar ji ber wêneyê li girtîgehek din kişandiye rastî salek ceza hatiye. Girtiyê derzî li ser wan hatiye dîtin rastî salek ceza hatine. Di salekêde 20 caran girtî derp kirine û li wan dane. Şev nîvê şevê bi kûçikan ketin kawîşa girtiyan. Alavên girtiyan hatine qetandin.
REWŞA GIRTÎGEHA T2 A KAYSERÎ/BUNYANÊ
*Nameya Girtî Sedat Avci ku der barê tenduristiya xwe de nevîsandibû hatiye desteserkirin. Girtî li odeyên xwe 24 saetan bi kamerayan tên temaşekirin. Hemû alav û amûrên metal ji destê girtiyan hatine girtin.
* Pirtûk bi 5 heban hatine bi sînorkirin. Radyo nadin girtiyan. Pêdiviyên girtiyan ên nivînan nadin wan.
* Girtiyên jimartina li ser piyan red kirin rastî cezayê dîsîplînê hatin.
REWŞA GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALE
* Girtiyên kamera şermezar kirin rastî ceza hatin. Girtî bi kelepçe û maşîna rgîngê tedawîyê red dikin nayên dermankirin. Alav û amûrên ku ziyaretvan bi kargo dişinin nadin girtiyan. Girtiyên edlî û siyasî yên nexweş bi heman rîngê dişînin nexweşxaneyê. Mafê girtiyan ê kevçî û amûrê xwarinê yê metal nadin girtiyan. Girtiyên mafê xwe diparêzin rastî cezayê dîsîplînê tên.
REWŞA GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCAN
* Ji ber ava li girtîgehê qirêj e girtî nexweş dikevin. Li hucyerên 3 kesan 6-7 kes dimînin. Cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Destûr nadin bê tekilmîl girtî bi telefonê bi axivin. Dilber Tanrıkulu, ji ber dest û piyê wê birîndar e nikare pediviyên xwe bikin. Evîn Keve ku ji Girtîgeha Jinan a Sincanê birin Tipa T a Wanê rastî lêgerîna tazî hatiye. 6 rojan rastî lêdana gardiyan hatine.
Girtî Aydın Değirmenci xwarina wê ya diyetê nadin wî