ŞIRNEX – Di serdegirtina malan ya li Cizîrê de Serokê Şaxa MEYA-DER’a Cîzîrê ya bi KHK’ê hat girtin Mele Kasim Yigît jî di nav de 20 kes binçav kirin.
Li taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê serê sibê polîsan di demên hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî. Pişî lêgerînê gelek kes binçav kirin. Serokê Şaxa MEYA-DER’a Cizîrê Mele Kasim Yigît jî di nav de 20 kes binçav kirin.
Hincetê binçvkirina welatiyan nehat hînbûn û ew li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin.
Navên hin binçavkiriyan ev in: Kasim Yîgît, Abdullah Çagdavul, Kahraman Erkul, Dervîş Guleç, Mehmet Eren û Şerafettîn Elçî.