AMED – Danişîna doza Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak a ji ber xebatên KCD’ê dihat darizandin taloq kirin.
Danişîna ewil a Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak ê bi boneya xebatên KCD’ê birêve biriye ku doz lê hat vekirin û 27 sal û nîv jê re ceza tê xwestin hat dîtin. Danişîn li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Sadak û parêzerên xwe mazeret nîşan dan û tev li danişînê nebûn.
Heyeta dadgehê mazeretê qebûl kir û danişînê taloqî meha kanûnê kir.