ÊLIH – Hevserokên şaxên SES û Egîtîm Senê yên Êlihê diyar kir ku ew ê li dijî pergala “yek zilamî” hin bêtir têkoşîna demorkasî, azadî û sendîkayê bidin û heta demokrasî nîn be ked jî azad nabe.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) sendîkayên mîna SES û Egîtîm Sen û endamên xwe bûn hedef û mexdûrên KHK’yan. Gelek endamên her du sendîkayan jî hatin îxrackirin. Bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re starta pergala “yek zilamiyê” hat dayîn. Rejîma nû ji bo kedkarên cemaweriyê tu tiştek nû ne anî û kedkar dibêjin ku ew ê li dijî vê pergalê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê dewam bikin.
‘EM WAN BAŞ NAS DIKIN’
Hevserokê Şaxa SES’ê yê Êlihê Denîz Topkan destnîşan kir ku bi vê pergala nû ya Erdogan xist meriyete destpêkirina têkoşînek wan nû ya demokrasî û azadiyê ye û got: “Ne dawiya têkoşîndayînê ye. Rast e hemû rayedarî li gel yek zilamî kom bû. Em AKP’ê ne ji nû ve nas dikin. 16 sal e em wan bi kirinên wan ên li dijî kedkaran û demokrasiyê nas dikin. Em jî ji roja ava bûne heta niha têkoşîna demokrasî û kedê didin. Em dizanin heta demorkasî pêk neyê azadiya kedê jî pêk nayê. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna demokrasiyê hin bêtir bidin û dewam bikin.”
‘PERGAL SÛC HILDIBERÎNE’
Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Necatî Dadak jî bal kişand ser zor û zehmetiyên li pêşiya sendîkayên wan û ev tişt got: “Li şûna em ji têkoşîna demokrasiyê birevin divê em hin bêtir xwe birêxistin bikin û têbikoşin. Di serdemên din ên OHAL’ê de jî têkoşîna me dewam kiribû û dê niha jî dewam bike. Yên me nas dikin dizanin me tu carî gav paş de neavêt û em ê neavêjin jî. Em ê rastiyan hin bêtir qîr bikin. Qada kedê yek ji qadên girîng ên civakê ne. Ez bang li hemû kedkaran dikim ku li dijî vê pergala yek zilamî hin bêtir xwe birêxistin bikin û têkoşînê bidin. Îro ev pergal sûc hildiberîne. Heke hûn îro zordestiya xwe li pêş bixin, ên hêzdar wê li yên bindest tundiyê bikin. Li her qadê pirsgirêk hene û her deverî sûcdarî derketiye. Sûcên heyî encax bi demokrasiyê tenê pêkane ji holê rabin.”