STENBOL – Rojnameya Haberturkê çapa dawî kir û xatir ji xwînerên xwe xwest.
Rojnameya Haberturk ji 1’ê adara 2009’an ve di bin banê Holdînga Weşana Cîner weşana xwe didomand. Rojnameyê îro çapa xwe ya dawî kir. Tê diyarkirin ku ev demek e rojname pirsgirêkên aborî dikişand. Rojnameyê tesîsa cihê çapa rojnameyê û buroyên rojnameyê girt û bi manşeta “Çapa Dawî” ji xwîneran xatirê xwe xwest.