NAVENDA NÛÇEYAN - Yusuf Yilmaz ê 14 salî, di 1'ê Tîrmehê de li Farqînê hat windakirin. Malbata Yilmaz, di dîmenên kamerayê yên dema li Stenbolê ji firinekê nan distîne hat kişandin û li ser medya civakî hat parvekirin teşîs kirin. Malbata Yusuf dê êdî li Stenbolê li kurê xwe bigerin.
Li Navçeya Farqînê ya Amedê Yusuf Yilmaz ê 14 salî di 1'ê Tîrmehê de hat windakirin. Hat îdîakirin ku dema Yilmaz, li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê ji firinekê nan dikirî, ket ber dîmenên kamerayê. Piştî ev dîmen li ser medya civakî hat belavkirin, kesekî ji Stenbolê têkildarî Yusuf Yilmaz peyam şand. Wî kesî diyar kir ku Yusuf li Navçeya Beylîkduzu hatiye firinê û gotiye ez birçîme û li ser vê yekê nan daye wî. Hat zanîn ku yekîneyên cendirmeyan bi wî kesê peyam belav kirin re ketin nava têkiliyê û lêpirsîn dan destpêkirin. Li ser vê yekê yekîneyên cendirmeyan xwest mobeseyên li Beylikduzu bên şopandin. Di dîmenên hatin temaşekirin de malbatê Yusuf teşhîs kirin. Malbat êdî dê li Stenbolê li kurê xwe bigerin.