AMED - Nûrsel Aydogan a HDP'î ji ber ku ji bo cenazeyê 3 siyasetmedarên jin ên li Silopiyayê hat kuştin bigire hat ber nexweşxaneyê sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê bi hinceteke emsalî ceza xera kir û derbarê Aydoganê de biryara beraetê da.
Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ji ber ku cezayê lê hatibû birîn parlementeriya wê hat betalkirin û gelek kesên li gel wê, di 7'ê Çileya 2016'an de ji bo cenazeyê Endama Partiya Meclîsê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevberdevka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktivîsta KJA'yê Fatma Ûyar ku li Silopiyayê hat kuştin ji nexweşxaneyê bigirin hatin ber Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku cenaze radestî malbatan nehat kirin daxuyanî hat dayîn û piştî daxuyaniyê Aydogan û bi sedan kesên li gel wê ji ber nexweşxaneyê çûn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê Aydoganê de bi hinceta "Birêveberina civîn û xwepêşandanên derî qanûnê" îdianame amade kir û di îdianameyê de hat xwestin ku Aydogan ji sal û nîvekê heta 3 salan bê cezakirin.
BI BIRYAREKE EMSALÎ HIKMÊ MEHKÛMIYETÊ HAT BETALKIRIN
Doz di 2017'an de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Şirnexê dest pê kir û di 4'ê Çileya 2018'an de biryar hat daxuyandin. Dadgehê derpêş kir ku Aydoganê bi tawanbariya "Birêveberina civîn û xwepêşandanên derî qanûnê" sûc kiriye. Dadgehê sal û 3 meh ceza li Aydoganê birî, lê belê cezayê wê taloq kir. Her wiha dadgehê xwest ku Aydoganê ji mafên wê yên hilbijartin û bijirînê û mafê rayeyê bên mehrûmkirin. Parêzerê Aydoganê Abdullah Guleç, bi hinceta biryar derî qanûn û usûlê ye li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îtirazî biryarê kir. Her wiha Guleç paşê ev biryar şand Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê. Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê daxwaza îstinafê lêkolîn kir û bi hinceteke emsalî mehkûmiyeta li ser Aydoganê rakir û biryara beraetê da. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku di qanûnê de hatiye diyarkirin ku herkes bêyî ku çek û êrîş hebin, bêdestûr dikare tev li civîn û xwepêşandanan bibe û ev yek tu sûcî teşkîl nake.