* Li Herêma Xoçvanê darên çaman ji ber sedemeke nediyar zer bûn. Şêniyên Xoçvanê bang li rayedaran kirin û xwestin rojek berî rojekê daristan bê xelaskirin.
* Li navçeya Golanê 3 sal berê leşkeran wesayîta rêwiyan guleberan kiribû û di gulebaranê de Kamber Morkoç miribû. Di lêpirsîna derbarê mirina Morkoç de, heta niha tu qewimîn rû nedane. Hat hînbûn ku 3 sal in li cihê bûyerê tu lêkolîn nehatine kirin.
* Li Colemêrgê yek ji zozanên ku neqedexekirî Berçelan e, lê belê dîsa jî bêyî destûr kes nikare biçe zozana Berçelanê. Kesên diçin zozanê tim bi SÎHA'yan tên şopandin. Gundiyan got: "Dema em diçin zozana xwe, wekî ku em ji welatekî biçin welatekî din."
* Aborîzan Ozgur Muftuoglû diyar kir ku ji ber ku desteka ji bo cotkaran hat qutkirin û ji ber ku piyase ketiye destê bazirganên serbest fiyetê petat û pîvazan biha bûye. Muftuoglû destnîşan kir ku dibe ku di sektora zexîre de pirsgirêkên cidî rû bidin.
* Zohre Koseya 75 salî ku li Dîlokê bi navê "Cihê Dayika Zohreyê" dikanek vekiriye û lê nanê sêlê, nanê malê û tiştên din difiroşe, diyar kir ku jin bi xebatê dikarin ji mêr xelas bibin û got: "Divê jin li malê rûnenên."
* Nûrsel Aydogan a HDP'î ji ber ku ji bo cenazeyê 3 siyasetmedarên jin ên li Silopiyayê hat kuştin bigire hat ber nexweşxaneyê sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê bi hinceteke emsalî ceza xera kir û derbarê Aydoganê de biryara beraetê da.
* Îdîanameya Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Berzan Guneş ku ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin, temam bû. Guneş dê di 7'ê Tebaxê de derkeve pêşberî dadger.
* Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erkan Baş, diyar kir ku encama ji sindoqê derket nîşan dide ku muxalefet dikare li ber xwe bide û bandorê li ser meclîsê bike. Baş, anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de hêz û enerjiyek derket holê û nîşan da ku hêza kolanê dikare bandorê li ser meclîsê bike.
* Nobeta Edaletê ya parêzeran a li ber Edliyeya Çaglyanê bi boneya hempîşeyên wan girtî bên berdan dê di hefteya 66’emîn de dewam bike. (11.30)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê ji bo jina trans Buse ya li Girtîgeha Tekîrdagê rastî tundiyê tê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê dê têkildarî binpêkirina mafê girtiyên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn rapora Nîsan, Gulan û Hezîranê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê aşkere bike. (12.00)
* Danişîna doza Mustafa Yetgîn ê ku Hêlîn Palandoken kuşt û 2 kesan jî birîndar kir dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Andoluyê ya Stenbolê bê dîtin. Beriya danişînê dê Meclîsa Jinan a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (14.00-15.30)
* Malbatên Roboskî dê di hefteya 340’emîn de li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê bikin. (16.00)