NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Bayrampaşa a CHP'î de, Şaredar Hasan Mûtlû hat binçavkirin. Der barê 46 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin.
Bi îdiaya "nelirêtiyê" der barê şaredariyeke din a CHP'î de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Şaredarê Şaredariya Bayrampaşayê Hasan Mûtlû jî di nav de der barê 46 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin. Hat ragihandin ku gelek endamên meclisê jî hatine binçavkirin.